11 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
Serokomar Erdogan: "Vê sibê bi molotof û çekan ve êrîşî du rojnameyên me Yenî Şafak û Yênî Akîtê kirin. Hemd ji Xwedê re tu kes nemir. Bi tenê avahiyên van rojnameyên me xisar dît. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim, ji xwediyê van rojnameyan re, rêvebir û xebatkarên wan re dibêjim ku derbasî be. Demek berê paceyên avahiyê rojnameyeke me ya din ne ji ber molotof û çekan, ji ber rageşiyê şikiyabûn. Yên ku wê demê dinya hejandin, gelo wê li hember van êrîşan çawa tevbigerin, ez ê bibaldarî vê bişopînim. Ka em ê bibînin çawa tevdigerin. Ez ê tevgerên wan kesên partiya ku weşanên van rojnameyan ji ber ku hez nedikirin li ser kursiyê diavêtin erdê û van ji rêxistina terorê re hedef nîşan didin jî ji nêz ve bişopînim."
"Ez di mijara faîzê da hesas im. Faîzê bi taybetî jî ez wekî girîngtirîn sedema enflasyonê dibînim. Di pêwendiya sedem û encamê da faîz sedem e, enflasyon jî encam e. Faîz û enflasyon hevrêje ne, dijrêne nînin. Heger kî dixwaze faîzê zêde bike, li vî welatî ew dujminê veberhênanê ne, dujminê îstixdamê ne. Ez vî jî eşkere dibêjim."
"Ez dibînim kesên ku hêvî dikirin wê Tirkiye di 2015an da pêşva neçe, cardin xelet derketin. Hûn dizanin ez her tim li dijî notên saziyên navneteweyî derdikevim ku didin Tirkiyeyê û ez her tim îtiraz dikim. Hin ji van bi niyete ne baş tên kirin û hin ji van jî ji ber ku Tirkiyeyê nas nakin wiha dikin. Biryar û daxuyaniyên saziyên navneteweyî yên wiha zanistî nînin, siyasî ne."
"Sedema mezin a vê koçê ew e ku Rûsya û rejima Esed gelê sivîl hedef digrin û êrîşî wan dikin. Neteweyên Yekbûyî şûna van kesên ku êrîşan dikin tevdîran bibîne, bangî welatê me dike. Ev jî ne dilsozî ye. Dibêje 'deriyên xwe vekin û destûrê bidin wan'. Baş e, ey Neteweyên Yekbûyî tu çi karî dikî, wezîfeya te çi ye? Tirkiyeyê heta niha 10 milyar dolar ji bo penaberan xerc kir, te çiqas piştgirî da, 455 milyon dolar. Şerme şerm..."
"Sedema mezin a vê koçê ew e ku Rûsya û rejima Esed gelê sivîl hedef digrin û êrîşî wan dikin. Neteweyên Yekbûyî şûna van kesên ku êrîşan dikin tevdîran bibîne, bangî welatê me dike. Ev jî ne dilsozî ye. Dibêje 'deriyên xwe vekin û destûrê bidin wan'. Baş e, ey Neteweyên Yekbûyî tu çi karî dikî, wezîfeya te çi ye? Tirkiyeyê heta niha 10 milyar dolar ji bo penaberan xerc kir, te çiqas piştgirî da, 455 milyon dolar. Şerme şerm..."
"Ev Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî ji bo vî karî nehat avakirin, 'derî veke'. Hejmara penaberan a ku welatên din ên dinyayê qebûl kirine, çiqas e? Hinekan 100 heb hildane, ê din 300 heb, 500 heb, hezarek. Li ser eniya me enayî nanivîsîne qisûrê mêze nekin. Heya derekê sebr sebr sebr dû re çi hewce be emê wî bikin. Herhal otobus, balafir beredayî nasekinin. Çi bivê, ji niha şûnde dê bê kirin. Ê ku vê şîretê dide, bira bide welatên din ên ku endamê Neteweyên Yekbûyî ne da ku penaberên ji wir dertên em bişînin wan welatan jî."
"Mixabin em kesên ku çavên wan kor in û ferqê dikin navbera PYD û PKKyê dibînin. Radibin bi berpirsiyarê xwe yê ewlehiyê yê navneteweyî li Kobanêyê plaket didin. Hê jî radibin û dibêjin PYD û YPG 'rêxistinên terorê nînin.' Her tişt li meydanê ye û radibin berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navneteweyî tînin rojevê. Ez eşkereyî dibêjim ku ev durûtî ye."
"Ew 3 milyar ewroyê ku hûnê ji bo carekê bidin ji bo budçeya me nîne bo kê derê ye? Ji bo penaberan e. Heta ku ev bûyer bidomin lazim e ev yek jî dewam bike. Ji xeynî wê heta niha me 9 milyar dolar pere xerc kir û ev yek jî bi hêviya ku wê ji we pere bê me nekir. Ew nîşane û hewcedariyeke mazûvaniya me bû û me ew kir. Em bi van kirinan jî xera nebûn û nabin jî. Emê ji niha bi şûn va jî vê yekê bidomînin. Ev taybetiya me ye."