ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya fitarê ya kevneşopî ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê (ASKON) a li Navenda Kongreyê ya Halîçê bû.
Erdogan vir axivî û di axaftina xwe de ser êrîşên ku DAEŞa rêxistina terorê bir ser Kobanêyê sekinî û wiha got:
"Ez vê êrîşa ku sivîlên mesûm wek hedef girtiye bi awayekî herî hêzdar şermezar dikim. Me heta niha ji bo tu kesê ku xwe sipartiye welatê me, hewcedariya wî bi arîkariyê heye, Tirkiyeyê wekî ciheke ewledar dibîne re deriyên xwe negirtin, pişta xwe neda wan. Piştî bûyerê demildest hemû welatiyên sûriyeyî yên ku di bûyerê de birîndar bûn anîn welatê me. Nêzî 130 birîndarî li nexweşxaneyên me hatin dermankirin. Lê belê piştî vê êrîşê bi taybetî aliyên piştgirê rêxistina terorê ya dabeşker, ango giregirên partiya wan a siyasî bêyî ku guh bidin tu prensîb, exlaq û sînorê kampanyayake rûreşkirin ê bêbextiyê yê ku welatê me dike hedef, dikin. Bi van sûcdariyên ku tu bingeha wan tune û bi temamî ji sefseteyan pêk tê, bi awayekî ku ji bûyerên 6-7-8ê cotmehê tu ders dernexistibin ji bo ku gelê me provoke bikin. Lê binêrin ez car din ji vir bi awayekî net û eşkere dixwazim ku bibêjim. Hedê tu kesê nîne ku Tirkiyeyê bi terorê re li heman aliyê nîşan bide."