ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di bernameya fitarê ya ku li ATO Congresîûmê hat lidarxistin de bi parlementerên AK Partiyê re hat bal hev.
Davutoglu di bernameya fitarê de axivî û diyar kir ku tu eleqeyeka Tirkiyeyê bi xwîna ku niha li Sûriyeyê dirije ve tuneye û wiha pê de çû: "Tu têkiliyeke Tirkiyeyê bi xwînên ku li Sûriyeyê dirijin re tuneye û Tirkiyê helwesta xwe ya li dijî DAEŞa rêxistina terorê bi eşkere raxist pêş çavan. Ev hemû îdia jî îtham û îftira ne."
Serokwezîr Davutoglu qala avakirina hikûmeta nû jî kir û got ku ji bo vê yekê ew ê bê pêşdarazî li derê hemû lîderên mûxalefetê bixin û ji bo lihevkirinê hewl bidin.
Davutoglu destnîşan kir ku namzedê Serokê Meclisê yê AK Partiyê jî wê îro diyar bikin.