14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê teqîna li Çinara navçeya Diyarbekirê da got: "Ez êrîşê şermezar dikim. Di encama êrîşê da mensûbekî me yê ewlekariyê şehîd bûye, 5 welatiyên me yên sivîl mirine, 6 jê mensûbên ewlekariyê bi tevahî 39 welatiyên me jî birîndar bûne. Xwedê rehma xwe bira li welatiyên me yên ku di êrîşê da mirin, bike û şîfayê bide birîndaran."
Serokwezîr Davutoglu di civîna TUBÎTAKê de axivî, êrîşên terorî yên ku berê hatibûn lidarxistin bi bîr xist û wiha dewam kir: "Çawa ku berê li Madrîdê, li Parîsê, li Enqereyê, li Sirûcê qewimî vê carê me dîsa jî dît ku teror dijminê mirovahiyê ye û neyarê terorê hemû mirovahî ye. Êdî hewcedariyek e ku wekî mirovahiyê em li hemberê her cure terorê digel hev tevbigerin û dijî terorê têkoşîneke hevpar bidin. Wekî Tirkiye ji ku tê bira were, berê xwe dide kî bira bide, ji kî tê bira were, hinceta wî çi dibe bira bibe, emê têkoşîna xwe ya dijî terorê bidomînin. Biryara me heye, çawa ku emê li aliyekî têkoşîna xwe ya dijî terorê dewam bikin, li aliyê din jî emê yek bi yek kana terorê ziha bikin."
Ji xeberdana Serokwezîr Davutoglu hin sernav:
Ji bo guhdarkirina hemû rexneyan ez amade me. Lê belê me tu carî destûr neda çalakiyên ku hewl didin welatê me têxin tesîra terorê, rexneyên ku di vê mijarê tên kirin jî em objektîf nabînin.
Tu kes nikare ji bilî parlementoyê ya ku bi hilbijartinê û îradeya gel hatiye avakirin, li gor hişê xwe behsa rêvebireyeke din bike. Tu kes nikare hêzeke ku meşrûiyeta xwe ji gel hilnade bi kar bîne.
Ez rasterast dipirsim; hûn di danezana xwe de bi peyvekê jî qala rêxistina terorê nakin. Hûn li van êrîşên rêxistina terorê xwedî derdikevin? Hûn li çalakiyên wê rêxistina terorê ya ku duh êvarê pitikeke 5 mehî qetil kir xwedî derdikevin? Heke hûn lê xwedî dernakevin lazim e hûn bi danezaneke nû vê yekê diyar bikin.
Rewşenbîrî û parastina demokrasiyê, pêşiyê bi parastina rêbazên demokratîk va dibe. Ez dubare dipirsim. Hûn çima li pişt rêxistineke terorê ku îşev lojmanên ewlekariyê û xaniyên dora wê kir hedefa xwe û bû sebebê mirina mensûbekî me yê ewlekariyê û 5 sivîlan ku yek jê 5 mehî ye, dikevin rêzê? Hûn çima berê xwe nadin vê rêxistina terorê û di wê danezanê da, di wê danezana ku we îmzeya xwe avêt binî de rexneyekê lê nakin?
Li gor kîjan nêrîna demokratîk û akademisyeniyê hûn dewletê û rêxistina terorê wek hevdu dibînin? Ez di şert û mercên objektîf da dipirsim, dixwazim ku bira helwesteke eşkere nîşan bidin. Gotina 'Bira pevçûn bên sekinandin' heke tê meneya 'dewlet bira hêzên xwe yên ewlekariyê ji van navçeyan vekişîne û van navçeyan bi destê endamên rêxistina terorê ra berde'yê, ez ne wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê, wekî welatiyek û akademisyenekî vî welatî ji wan ra dibêjim em tu carî destûrê nadin ku xêncî rêveberiyeke demokratîk tu rêxistinek li tu aliyekê vî welatî hakimiyetê hilde destê xwe. Destûrdayîn jî mimkun nîne."