14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
TBMM
Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman der barê êrîşa terorê ya ku li Diyarbekirê hat kirin da got: "Van êrîşan dikin û ji wan wetrê wê bi van êrîşan wê tesîrê li polîtîkayên ku Tirkiye wek dewlet û millet dişopîne, bikin. Lê weke ku berê, wê ji bilî ziyanê tiştekî bi dest nexin."
Kahraman der heqê êrîşa bibombe ya ku li Diyarbekirê hat kirin da peyamek weşand.
Kahraman got ku hêzên tarî dixwazin zirarê bidin hizûr, yekîtî û bihevrabûna Tirkiyeyê û ji bo vê jî li Diyarbekirê êrîşeke wehşî û xûnxwar li êrîşên xwe zêde kirin û wiha dewam kir:
"Van êrîşan dikin û ji wan wetrê wê bi van êrîşan wê tesîrê li polîtîkayên ku Tirkiye wek dewlet û millet dişopîne, bikin. Lê weke ku berê, wê ji bilî ziyanê tiştekî bi dest nexin. Dijminên me yên navxwe û dereke yên ku mifayê ji terorê û kuştina canî û wehşiyane ya sivîlên bêçek û bêguneh, hêvî dikin; wê bibînin ku milletê me li hemberî van êrîşên bêhtir destê hevdu bigre. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku di vê êrîşa meşûm û menfûr da mirin, bike, Xwedê şifayê ji birîndarên me yên ku li nexweşxaneyan tedawî dibin ra bişîne."