Nihat Kavşut
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ji ber gotinên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yên ji bona Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû bi gotina Albert Eînsteîn ya "Dînîtî ew e ku meriv heman tiştî dubare bike û li benda encamên cuda bisekine" bersiv da Netanyahu.
Altun ji ber gotinên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yên ji bona Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Fahrettîn Altun ji ser hesabê xwe yê Twitterê dîmênên axaftina Serokomar Erdogan yên di 29ê Rêbendana 2009an da li Davosê di Foruma Aboriyê ya Cîhanê da dijî Şîmon Peresê Serokomarê Îsraîlê yê wê demê gotibû parve kir.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun di parvekirina xwe da Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê etîket kir bi gotina Albert Eînsteîn ya "Dînîtî ew e ku meriv heman tiştî dubare bike û li benda encamên cuda bisekine" bersiv da Netanyahu.