PARÎS
Li Fransayê bi hezaran kes ji bo bîranîna kesên ku di êrîşên li Parîsê yên van rojên dawîn da hatin kuştin meşiyan.
Li bajarên Nîce, Pau, Orleans, Caen, Lannîon, Nantes, Marsîlya, Toulouse û bajarên Fransayê yên din ji bo kesên ku di êrîşa li ser Chalîe Hebdoyê da hatin kuştin meşa bîranînê hat lidarxistin.
Li gor çavkaniyên polêsan herî kêm 200 hesar kes beşdarî çalakiya meşan bûn û pankartê ku liser wan "Hemûyên me Charlî ne", Ez Chalîe me" hatibûn nivîsandin di destê wan da bûn.
Sibê jî li Rasta Republîquya ku li Parîsê ye çalakiyê bê lidarxistin û li bendêne ku herî kêm milyonek kes beşdarî çalakiya meşê bibin.
Li Parîsê di 7ê rêbandanê da êrîşî kovara henekan a bi navê Charlîe Hebdoyê kiribûn, di êrîşê da 12 hatibûn kuştin. Roja pey jî kesekê çekdar li Montrougeyê polêsek kuştîbû. Duh jî li Porte de Vincennesa herêma li ser bajarê Parîsê êrîş hatibû kirin 4 kes hatibûn kuştin. Di êrîşên van 3 rojên dawîn da bi tevahî 17 kes mirin.