ŞANLIURFA
Serokê Baroyên 16 bajarên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di mêvandariya Baroya Şanliurfayê da hatin bal hev.
Serokê Baroyên Şanliurfa, Adiyaman, Agirî, Batman, Bidlîs, Dêrsim, Diyarbekir, Hekarî, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Wan û Qers-Erdexanê li otelekê civîn kirin û di encama civînê da daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê Baroya Şanliurfayê Hîkmet Delebe li ser navê serokên baroyan daxuyanî da û got ku divê pêvajoya aştiyê xurt be û dewam bike, hewce dike ku bi avayekê ku zirarê nede her du aliyan jî civak bê agahdarkirin.
Delebe diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê vir da ji bo girtiyên nexweş tu tiştek nehat kirin û wiha pê da çû:
"Di bûyerên ku bi protestoyên ji bo Kobanê destpêkirin û car caran dewam dikin va eşkere bû ku cudahiyên civakê hin caran wek sedema pevçûnan tên bikaranîn û mixabin me ev bi êşeke din tecrube kir. Ji ber vê yekê dibê pêvajoya çareseriyê bi hişmendiyeke wisa dewam bike ku bira hemû civakê hilde nav xwe û aştiya navxweyî jî ava bike."
Delebe destnîşan kir ku êrîşa li ser Charlîe Hebdoya kovara henekan şermezar dikin û wiha got: "Em êrîşa ku herî zêde tê da sivîl mirin şermezar dikin. Azadiyên îfade, jiyan, bawerî û fikiran mafên wisa ne ku di dewsa hev da nayên bikaranîn. Li Ewropayê gelek misliman hene, piştî êrîşê dibê li dijî nêrîn û êrîşên îslamofobîk hesas bin."