E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Kulûba Galatasarayê piştî teşebûsa derbeyê ya FETOyê bi daxwaza îxracê fitbolîstê xwe yê berê Hakan Şukur raspart lijneya disîplînê.
Lijneya Rêveberiyê ya Kulûba Galatasarayê di civîna xwe de li ser mijara serlêdana der heqê ji endamtiya kulûbê îxraçkirina fitbolîstên xwe yê berê Hakan Şukur sekinî.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên kulûbê hatin bidestxistin lijneya rêveberiyê piştî teşebûsa derbeyê ya FETO li ser serlêdana endamekî biryar da ku Hakan Şukur raspêrê lijneya disîplînê ya kulûbê.
Hakan Şukurê ku bi nêzbûna xwe ya Fethullah Gulenê serokê FETOyê re tê naskirin demek beriya niha li DYAyê bi cî bibû.