E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
WASHINGTON
Sekretera Hêzên Asîmanî yên DYAyê Deborah Jamesê diyar kir ku tu planên DYAyê der barê guhertina cihê hêzên xwe yên li Încirlikê tune ne û da zanîn ku hemû operasyonên wan ên li Încirlikê bi awayekî normal berdewam in.
Sekretera Hêzên Asîmanî yên DYAyê James li Washingtonê di çalakiya ku malpera bi navê Defensa One ya ku nûçeyên berevaniyê dide de nêrînên xwe yên der heê Baregeha Încirlikê de parve kir.
Jamesê got ku "Tu planên me der barê guhertina cihê hêzên xwe yên li Încirlikê tune ne" û qal kir ku hemû operasyon û peywirên li baregehê bi awayekî normal berdewam in.
Jamesê da zanîn ku roja duşemê bi fermandarê Baregeha Încirlikê re hevdîtin kir û destnîşan kir ku hemû mijarên der heqê baregehê de ji nêz ve dişopîne û bi rêkûpêk agahî distîne. Jamesê got ku "Hemû operasyonên me yên li Încirlikê bi awayekî normal berdewam in" û destnîşan kir ku baregeh bi taybetî di têkoşîna dijî DAEŞê de xwedî cihekî krîtîk e.
Piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15ê temûzê ji ber ku Tirkiyeyê hemû saheya xwe ya asîmanî girtibû, operasyonên li Încirlikê demekî rawestiyabûn û demekî elektrîk nedabûn baregehê.