Önder Beyter
22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di kitêba me da paraçûyîn tuneye. Em divê bi awayekî xwedanbiryar timî pêşda biçin, bimeşin. Me soz daye gelê xwe, înşellah emê Tirkiyeyê derxînin asta şaristaniyên hemçerx."
Serokomar Erdogan di merasima Xelatê ya Yekîtiya Muteahîtan da axivî û got:"15ê Tîrmehê carekê dîsa nîşan da ku derbeya ku nekuje xurt dike. Tirkiyeyê di hemû êrîş, qirîz û derbe û kaosan da li hember wan li piya sekinî, hêzdar bû."
Der barê guherîna qanûna bingehîn da jî wiha pê da çû: "Dibê em vê rastiyê bibînin. Bi tenê şerê di navbera serokomar-serokwezîr da jî ji bo rexnekirina sîstemê bes e."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Tirkiyeyê ji nakokiyên di navbera hêza qanûndanîn, rêveberî û darazê da, ji tevliheviyên erkê gelekî kişandiye û pir zirar dîtiye. Kaosên siyasî yên ku derbe û muxtira bûn sedem, qeyranên aboriyê fewqalade bar li pişta welatê me bar kirine. Niha ez mêze dikim, ma hûn dizanin ew çi dibêjin? Dibêjin 'ji 16ê nîsanê şûnda êdî li Tirkiyeyê hêza qanûndanînê namîne.' Derewan nekin. Heger siyaset bi awayekî rast û durist bê kirin, miletê we bîne hin deran. Heger hûn siyaseteke rast nekin, hûnê her li cihê xwe asê bimînin.
Keramet ya sîstemê nîne ku ev deh sal in tu kêşe dernakevin û çerx dizivire. Ji ber însanên ku ji heman ekolê tên, îdealên wan yek in û hevdu baş nas dikin li ser van meqaman in, kêşe derneketin. Ez dibêjim, di vê mijarê da di navbera me û birêz Serokomarê berê da kêşe derket, heger pevçûn û alozî derneketibe, ew jî ji ber sebra me ye.
Ez bangî welatiyên me yên ku dilê xwe dane AK Partiyê, MHPê, yên CHPê heta yên dilê xwe dane HDPyê jî dikim, werin di vê reforma dîrokî de em bi hev ra hereket bikin. Werin em 16ê nîsanê yekîtiya me, beramberiya xwe ji bo Tirkiyeyeke bihêz em bi kar bînin û sîstemeke binecî daynin.
Garantiya herî mezin a vê sîstemê gel e. Lewra meneya sitandina piştgiriya gel a ji sedî 50yî zêdetir tê wê meneyê ku meriv xwediyê pîlan, proje, bername û nêrîna berfireh e."