Hîndekarê Fakulteya Zanistên Beşerî û Civakî yê Zanîngeha Necmettîn Erbakan Prof. Dr. Ahmet Dîken got ku digel bûyerên ku bi hinceta berteknîşana êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê yên li ser Kobanêyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê hatin derxistin û rageşiya li cizîrê gelê herêmê xwedî li "pêvajoya çareseriyê" derdikeve.
Dîken lêkolîn û çavdêriyên xwe yên ku der barê asta ku pêvajoya çareseriyê gihiştê li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê kir, bi nûçegihanê AAyê re parve kir û diyar kir ku ez bi destpêka pêvajoyê çûm gelek bajaran û bi mezinên bajaran re hevdîtin kir.
Dîken qal kir ku 30 salên dawîn ên Tirkiyeyê bi têkoşîna terorê re derbas bû û destnîşan kir ku maliyeta vê têkoşîna ya aboriyê ji 300 milyar dolarî derbas bû.
Dîken bal kişand ji bo ku Tirkiye li herêma xwe bibe welatekî hêzdar û serkêş divê pirsgirêka terorê çareser bike. Dîken got ku encamên erênî yên pêvajoya çareseriyê ya di vê çarçoveyê de dan destpêkirin, dîtin. Dîken bal kişand ku di van demên dawîn de her çiqas hinek astengî derketibin jî pêvajoya çareseriyê bi awayekî baş pêş dikeve.
- Kesên li rojhilat bêtir lê xwedî derdikevin
Dîken destnîşan kir ku piraniya kurdan piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û li dijî parçebûnê ne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dikarin bibêjin kurdên ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, bi taybetî têkiliya wan bi welatên Ewropayê re hene qîmeta pêvajoya çareseriyê wekî kurdên li rojhilat nizanin. Em dibînin ku hin kurdên li rojava bi qasî kurdên li rojava ji pêvajoya çareseriyê bawer nakin, ev kes rastî tehdeyên mezin hatine û kesên ku ji civakî hatine dûrxistin in. Bereksê vê kurdên ku li rojhilat dijîn gelek xwedî li pêvajoya çareseriyê derdikevin. Ji ber ku agir cihê ku dikeve wir dişewitîne."
Dîken got ku gelê kurd pêvajoya çareseriyê qebûl kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gelê li herêmê bûyerên li Kobanêyê teswîp nakin. Ji ber ku zirar herî mezin digihêje wan. Esnaf nikare bixebite, pirsgirêkên ewlehiyê gelekî zêde ne. Provokasyona Kobanêyê û rageşiya li Cizîrê girîngiya pêvajoya çareseriyê bêtir zêde kir. Van bûyeran di heman demê de piştgiriya ji bo HDPyê kêm kir. Dema li bûyerên Kobanê û Cizîrê dinêrin tê dîtin ku di gelê herêmê de hesasiyeta 'pêvajoya çareseriyê' heye. Kesên ku li herêmê dijîn êdî baldartir in û bi temkîn in. Ji ber wê yekê em dibînin kesên bi însaf û xwedî wijdan ên ku di nav komên ku di nav kesên ku li herêmê xwepêşandanê dikin de li dijî kesên ku wandalîzmê dikin, derdikevin."
-"Tekane muxatabê pêvajoyê HDP nîne"
Dîkan da zanîn ku Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hewl dide ku xwe wek nûnerê gelê kurd nîşan bide û da zanîn rast nîne ku tevgerên wek HDP û yên wek wê di vê pêvajoyê de bikin muxatabên yek alî.
Dîken destnîşan kir ku li herêmê gelek piştgirî nadin partiyên siyasî yên bi vê nêrînê û wiha axivî: "Hin der xariç li Rojhilat û Başûrê Rojhilat partiyên ku wek HDPyê difikirin di rêza duyem an sêyem de tên. Ango bi kurtasî ev partî tu carî nûnerên gelê herêmê nînin. Ev paşmêrên kurdan nînin. Tekane muxatabê pêvajoyê HDP nîne. Divê bi hêmanên din re hevdîtin bên kirin. Heke nebe dê neheqiyeke mezin li kesên wir re bikin."
- Li herêmê xizmetên mezin kirin
Dîken got asta ku di pêvajoya açreseriyê de gihiştinê hêviyan dide mirov û wiha axivî:
"Hikûmetê pêngavên gelekî cidî avêtin. Heta îro ji bo pêşxistina van herêman hemleyên veberhênanê hatin avêtin. Xizmetên mezin û girîng hatin avêtin. Kesên ku wir dijîn van dizanin û dibînin. Rêxistin xebatên ku tên kirin qebûl nake. Ji ber wî wir makîneyên kar tên şewitandin û tên tarumarkirin. Dibistan, rê, balafirgeh, nexweşxane û gelek xizmet hatin kirin. Digel vê yekê çêkirina kalekolan hat rexnekirin. Ev sazî, qereqol dê wir kî biparêzin? Dîsa dê gelê wê herêmê biparêzin. Tiştekî ji vê normaltir heye gelo, çima ji vê ditirsin?"
Dîken destnîşan kir ji bo ku dawî li pêvajoya çareseriyê bê û aştî li herêmê serdest bibe, nikarin dîrokekî bidin û diyar kir ku heke ev pêngav bê pirsgirêk bên tetbîqkirin, dê encamên pêvajoyê bên dîtin.
- "Divê ji pêngavên ku cudahiyên herêmî tehrîk dike, dûr bikevin"
Dîken got ji bo ku pêvajo bi awayekî baş pêş bikeve berpirsyariya hikûmet û saziyên civakî yên sivîl jî hene û wiha axivî:
"Divê lez bidin pêvajoya çareseriyê. Divê projeyên baş amade bikin û bi vî awayî çêtir qala pêvajoya çareseriyê bikin. Hem ji kesên li rojava re plansaziya çapemeniyê bê kirin. Divê bi saziyên sivîl ên li herêmê re têkilî bê danîn û nêrîna civaka sivîl ji nû ve bê sazkirin. Divê ji pêngavên ku cudahiyên herêmî tehrîk dikin, dûr bisekinin. Dema dibêjin ku em dê pirsgirêka kurdan çareser bikin, divê li rojava bi pirsgirêka tirkan re rû bi rû nemînin. Divê em vê ji bîr nekin; kurd bêyî tirkan nikarin bijîn, tirk jî bêyî kurdan nikarin jiyaneke nû ava bikin. Dema ku em vegeriyan yekîtiya qedera xwe û xwe bi xwe dê em bibin hêzekî super."