Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya komcivîna partiya xwe de li ser nîqaşên der barê çar wezîrên berê de sekinî û tiştên ku qewimîn wek berdewama pêvajoya derbeyê ya ku têk çû nirxand.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku di nav vê pêvajoyê hemû de xwestin ku derbeyê ne li AK Partiyê li demokrasiya Tirkiyeyê, perspektîfa pêşketina aboriyê û îtibara navneteweyî ya Tirkiyeyê bidin û wiha axivî:
"Bila şik û guman nebe ku hewldanên ji bo derbeyê têk çûn û yên ku xwestin derbeyê bikin îro li ber dîrokê û li ber gel şermî bûn û mehkûm bûn. Rêxistina paralel dema ku ket nav van hesaban tenê nebû. Ez îro ji vir bangî serokên muxalefetê yên hewl didin ku van nîqaşan bi rê ve bibin, dikim. Em muhasebeya xwe ya di nav vê sala dawîn de dikin, werin hûn jî muhasebeya xwe bikin. Di rastiya xwe de kesên ku di nav partiya we de jî vê muhasebeyê dikin, hene. Parlementerekê CHPyê derket û got ku 'Me bi hevkariya beriya hilbijartinên 30yê adarê ya bi rêxistina paralel re xeletiyek kir.' Vê çend caran got û li rûyê Kiliçdaroglu nêrî û vê yekê got."
Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez dixwazim ku vê 3 mijaran bi taybetî destnîşan bikim. Yek biryara komisyonê çi dibe bila bibe, sala par tiştên ku qewimîn, beriya wê ji bo lêpirsînê gazîkirina Misteşarê MÎTê ya di 7ê sibata 2012an da, provakasyonên Geziyê, operasyonên di 17 û 25ê kanûnê da, di 19yê rêbendanê da operasyonên li dijî TIRên MÎTê, di 27ê adarê da guhdarkirina Wezareta Karên Derve, di vê pêvajoyê da hemû tiştên ku qewimîn hewldanên derbeyê bûn. Xwestin wesayetê çêbikin. Em jî li dijî vê pêvajoyê zexim sekinîn."