Önder Beyter
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Serokomarê Misrê Evdilfetah Es-Sîsî ji roja hatiye ser wezîfeyê heta niha 42 kes hatine darvekirin û wiha pê da çû: "Ji dema ku Sîsî hat peywirê vir ve 42 kes darve kirin. Herî dawî 9 ciwan darve kirin. Berî her tiştê ev nayê qebûlkirin. Ez bersivê didim kesên dibêjin ku 'Tayyîp Erdogan çima bi Sîsî re hevdîtinê nake?', hin dibin navbeynkar. Ez bi mirovekî wiha ra tu carî nayêm cem hev. Beriya her tiştî divê ew bi efûyeke giştî va hemû însanên di hundir da berde. Heger bernede, em jî ranabin û bi Sîsî ra nayên cem hev. Yên ku pê ra hevdîtinê dikin jî bira bi vê bizanibin ku ew ê jî di dîrokê da bi awayekî cuda bên nirxandin. Gelê Misrê can û cegerê me ye, lê ew na."
Serokomar Erdogan beşdarî weşana hevpar a CNN Turk û Kanal Dyê bû û bersiva pirsên der barê rojevê da hatin kirin da û mijarên rojane jî nirxand.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan ji gel xwest ku bila neyên xapandin û wiha pê da çû: "Gelê min ê ezîz divê nekeve dafika formatkirina îdeolojîk a kesên ku ji bo vê welatê veberhênaneke wan a biçûk jî tune, nekevin vê lîstikê."
Erdogan li ser girîngiya bername û planan jî sekinî û got: "Bi taybetî planên bajaran gelekî gelekî girîng in. Çi pirsgirêkên me derdikevin hûn dinêrin ji ber bêplaniyê derdikevin. Ji niha pê ve ev di nêrîna me ya birêvebiriyên herêmî de ev dê wadeya dirêj de û teqez li gor heqaniyetê bên amadekirin. Ez gelekî girîngiyê didim şaredarîtiya civakî, Şaredarîtiya AK Partiyê jixwe di pênaseya xwe de şaredarîtiya civakî ye. Heke em bi van avahiyên qaçax dewam bikin dê ev fatureya erdhejê jî ji bo me gelekî giran be. Me ji bo ku pere qezenc bike TOKÎ ava nekir. Em di bajarbûnê de xweşikahî, ewlehî, emniyetê pêk bînin û welatiyên me bila di nav aramiyê de bijîn."
Serokomar Erdogan ragihand ku baweriya wî êdî bi ankêtan nemaye û ji bo Mansur Yavaşê ku li Enqereyê bûye namzedê şaredariyê jî got: "Berê MHPyî bûye. Êdî tu kes li rabirdûya wî nanêre, li îroya wî dinêre. Dema ku li îro dinêre û nirxandina xwe dike birayên min ên MHPyî jî tu carî dengê xwe nadinê."
Ji bo tayînkirina qeyûman jî Serokomar Erdogan got: "Em di tayînkirina qeyuman de dereng jî man. Heke me ev tayîn di wextê de bikira Başûrê Rojhilat niha di rewşeke gelekî cuda de bû."
Serokomar Erdogan wan gavên ku S&P li hemberî Tirkiyeyê diavêje jî rexne kir û got: "Tevgereke polîtîk a qesdî ya S&Pyê ya dijî Tirkiyeyê heye. Jixwe ji ber ku êdî tu têkiliya me bi S&Pyê re nemaye ev jî wan dîn dike."
Der barê cihên firotina tenzîmê da jî Erdogan got: "Heke ev kar wiha biçe em ê rabin li Tirkiyeyê li 81 bajaran firotinên tenzîmê çêbikin û bi van firotinên bi tenzîmê ji bo ku ji welatiyan re berhemên erzan peyda bikin bixebitin."
- Peywendiya bi Trump ra
Serkomar Erdogan der heqê peywendiya xwe ya li ser têlefonê ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump da wiha got, "Ez dikarim bibêjim ku me bi Birêz Trump re di mijara Sûriyeyê de axaftineke erênî kir. Em di vê mijarê de bi Birêz Trump re nav têkiliyeke erênî de ne. Ev yek jî dibe wesîle ku em gelek pirsgirêkan hêsantir çareser bikin. Wî dawet kir (Amerîkayê).Min jî gotê ku 'Ez pêşî li benda we me'. Dibe ku piştî 31ê adarê ez Washîngtonê ziyaret bikin, dibe ku ew jî (Trump) Tirkiyeyê ziyaret bike. Heke li sînorên me herêmeke ewle çêbe, ew dê di bin kontrola me de be."
- Biryara Parlementoya Ewropayê
Erdogan der heqê biryara Parlamentoya Ewropayê ya rawestandina mizakereyan da jî wiha got, "Tu qîmeta biryara ku Parlementoya Ewropayê daye tuneye."
Herwiha Serokomar Erdogan der barê cinayeta rojnamgerê Siûdî Cemal Kaşikçi da jî got, "Ev dinyayê ehmeq dihesibînin. Ew hûrgiliyan çêtir dizanin. Bêexlaqekî, bêrûmetekî ku dibêje 'Ez jêkirinê gelekî baş dizanim' heye wir. Tu nabê ew mensûbê tibê edlî ye. Lê binêrin dema hatinê de diyar e ka dê kî bişînin ku. Kesên serok ên li ser wan diyar in. Madem ev kes li holê ne dê niha Prensê Welîehd vê nezane dê kî bizane?"