İbrahim Atmaca
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Di hilbijartina Serokatiya Meclisê da namzed ji bo ku di tûra duyemîn da werin hilbijartin 400 dengê ku divê hildin, hilnedan.
Li Lijneya Giştî ya Meclisê di dengdayîna tûra duyemîn da 544 parlamenteran deng da.
Di tûra duyemîn a dengdayînê da Parlamenterê Tekirdagê yê AK Partiyê Mustafa Şentop 333, Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Engîn Altay 126, Parlamentera Îzmirê ya HDPyê Serpîl Kemalbay Pekgozeguyê 46, Parlamenterê Gazîantebê yê ÎYÎ Partiyê Îmam Huseyîn Fîlîz 35 deng hilda. 4 deng jî şewitîn.
Di tûra sêyemîn da ji bo ku namzedek were hilbijartin divê herî kêm 301 dengan hilde.
Ji aliyekî di dengdayîna tûra duyemîn da Serokê Meclisê yê berê Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim hat salona Lijneya Giştî.
Yildirim piştî ku destê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û nûnerên partiyên siyasî toqe kir, deng da.
Parlamenteran bi Yildirim ra wêne kişandin.