Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê banga çekberdanê ya ji bo PKKê de wiha got: "Helbet daxwaza me hemûyan ew e ku li Tirkiyeyê çek bi temamî ji holê rabin, siyaseteke demokratîk derkeve pêş û rewşeke siyasî ya ku hemû rêyên aştiyane tên bikaranîn pêk bê. Em ji bo vê hewl didin û dixebitin."
Demirtaş beşdarî merasima cinazeyê nivîskar Yaşar Kemal a li Mizgefta Teşvîkiyeyê bû.
Demirtaş pirsên televizyonekî ya der barê çekberdana PKKê de bersivand û wiha axivî: "Helbet daxwaza me hemûyan ew e ku li Tirkiyeyê çek bi temamî ji holê rabin, siyaseteke demokratîk derkeve pêş û rewşeke siyasî ya ku hemû rêyên aştiyane tên bikaranîn pêk bê. Em ji bo vê hewl didin û dixebitin. Ez dikarim bibêjim ku li gor berê em di nav rewşeke baştir de ne. Li ser navê civakê ez dikarim bibêjim ku em bêtir xwedî hêviyê ne."
Demirtaş got ku aştî bi tenê bi çekberdanê ve nabe û wiha dewam kir: "Helbet çek wê neyên bikaranîn, lê tişta ku em jê re dibêjin aştî ew e ku divê rewşeke tu pevçûn tune ye."
Demirtaş li ser pirsekî jî wiha axivî: "Der barê bêçekbûnê û aramiyê de geşedanên erênî û yên ku hêviyê dide mirovan hene. Lê li hember vê ji bo demokratîkbûnê û azadiyê jî geşedanên neyênî hene. Mixabin tevgerên hikûmetê niha wiha ye û hêviyê nade mirovan."
- Wefata Yaşar Kemal
Ji bo mirina Yaşal Kemal jî Demirtaş xemgîniya xwe anî ziman û wiha axivî: "Roja ku çû li ber rehma Xwedê, li Tirkiyeyê peyameke mezin a hêviya aştiyê hatibû dayîn. Herhal ev ne tesaduf bû. Mirina li Yaşar Kemal dihat jî ancax rojeke wiha bû."