ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî weşana zindî ya NTVyê bû û bersiva pirsên derbarê rojevê de da û fikrên xwe anî ziman.
Ji Arinç hevdîtina wî ya duh a bi 5 parlementerên BDPyî yên ku bi biryara Dadgeha Destûrê hatin berdan, pirsîn. Arinç li ser vê pirsê got ku li gor soza ku dabû xwe, gava parlamenter ji girtîgehê derkevin dê wan ziyaret bike û bi vê serdanê jî gotina xwe bi cih anî.
Arinç diyar kir zora min diçe ku parlementer 2-3 sal in girtî dimînin û bi bîr xist ku her dem diparêzin ku girtîbûn îstîsna ye, bi taybetî di çarçoveya pakêta darazê ya 3yemîn de hikmên di vê çarçoveyê de anîn.
Arinç got ku "Xwedêkirî me di referandûma 2010an de serîlêdana şexsî anî Dadgeha Destûrê" û destnîşan kir parlementerên ku gel ew hilbijartine divê di parlementoyê de peywira xwe bi cî bînin.