ANKARA
Cîgirserokên Koma BDPyê Pervîn Bûldan û Îdris Balûken û Alîkarê Serokê Giştî yê HDPyê Sirri Sureyya Onder çûn serdana Wezîrê Dadê Bekir Bozdag. Hat ragihandin ku di serdanê de li ser geşedanên pêvajoya çareseriyê, pirsgirêkên di girtîgehan de û li ser rewşa mehkûmên nexweş sekinîne.
Derbarê serdanê de BDPyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Pervîn Bûldan û Îdris Balûken tevî Sirri Sureyya Onder, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag li meqama wî ziyaret kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serdan saet û nîvek dom kiriye û di hevdîtinê de li ser geşedanên pêvajoya çareseriyê, pirsgirêkên di girtîgehan de û li ser rewşa mehkûmên nexweş sekinîne.