26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ANKARA
Alîkarê Sekreterê Giştiyê Serokomariyê û Berdevkê wê Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku misilman û welatên Rojavayê di warê jinavbirina rêxistinên terorê yê mîna DAEŞ û Qaîdeyê ji welatên weke Sûriye, Iraq, Somalya, Fransa yan jî Beçîka, pêwîst e bi hev ra bixebitin.
Kalin di gotara xwe da ya bi serenavê "Gotinên dijî misilman tenê xizmeta DAEŞê dikin" ku ji bo Daily Sabahê nivîsiye, behsa êrîşên terorê kir.
Kalin anî ziman ku divê bi awayekî lezgîn li dijî terorê û van êrîşan polîtîkayên nû bêne pêşxistin û got, "Divê mirov 3 dersan ji êrîşa li Brukselê derbixe. Dersa yekem divê stratêjiyên dijî DAEŞê dîsa bên kontrolkirin. Herwiha misilman û welatên Rojavayê di warê jinavbirina rêxistinên terorê yê mîna DAEŞ û Qaîdeyê ji welatên weke Sûriye, Iraq, Somalya, Fransa yan jî Beçîka, pêwîst e bi hev ra bixebitin."
Kalin destnîşan kir ku stratêjiya ku heta nuha li Sûriye û Iraqê ji esmanan va hedefên DAEŞê tên bombebarankirin nebûye rêgir ji êrîşên DAEŞê ra li Sûriye, Tirkiye, Ewropa û li Amerîkayê û got, "Cenga li Sûriyeyê DAEŞê mezintir dike. Heta em nebin rêgir ji vê cengê ra, wê terora DAEŞê hêj kujendetir bibe. DAEŞ bi saya pirsgirêkên asayişê û yên siyasî gihişte vê rewşê."
Kalin herwiha got, "Divê neyê jibîrkirin ku rejima Sûriyeyê û terorîzma DAEŞê heta nuha bûye sedema mirina nêzîka 400 hezar kes û bêcihûwarbûna bi milyonan Sûriyeyî. Piştevaniya Rûsya û Îranê ji bo Sûriyeyê DAEŞ bihêztir kiriye."
Kalin wiha berdewam bû, "Weke duyem, terorîstê baş yan xirap tuneye, teror li her derê teror e. Heger DAEŞa ku li Parîs û Brukselê xist weke terorîst bê qebûlkirin û PKKya ku 2 caran li Enqereyê da weke terorîst neyê qebûlkirin, ev tişt li dijî mentiq û exlaq e. Nabe ku di jêr navê têkoşîna dijî DAEŞê da terora PKKê mafdar bê dîtin."
Kalin der barê helwestên hember Îslam û misilmanan da wiha nivîsî:
"Gotinên homojenê der barê Îslam û misilmanan da, xizmeta radîkalbûn tundrewiyê dike. Ev ti carê nabe çareseriya pirsgirêkan û ewlekariya me zêde nake."