ANKARA
Serokkomar Abdullah Gul di kanala Haberturkê de beşdarî bernameya "Kûlûba Çapemeniyê" bû û bîryara Dadgeha Makezagonê ya tehliyekirina 5 parlamenterên girtî nirxand. Gul diyar kir ku di dewletên demokratîk de her çiqas cûdahiya hêzzan hebe jî divê ev her sê hêz (Yasadanîn, birewebirî, Dadgeh) di nav ahengekê de bin.
Gul ragihand ku di dadgehê de destûra bêaliyê pir girîng e û got ku ji bo vê divê dadgeh wisa tevbigere ku tu şik û guman nekeve li ser bêalî û rûmeta wî. Gul, eşkere kir ku bîryara Dadgeha Makezagonê ya ku parlamenterên girtî tehliye kir bû sedama dilxweşiyê û ya her baş ewe ku ev bîryar bi yek dengî hat dayîn û ji bo vê jî pir kêfxeşe.