Serokkomar Abdullah Gul ji bo ku ferza hecê bicih bîne, li ser vexwendina Qralê Erebîstana Siûdî Abdullah Bîn Abdulazîz çûbû Erebîstana Siûdî. Abdullah Gul beriya vegera xwe ya welêt bi Qralê Erebîstana Siûdî re hevdîtin kir.
Li gor agahiya ku ji malpera Serokkomariyê hat hildan hevdîtin li qesra Qral a li Cîddeyê hat kirin. Welîaht Prens Salman Bîn Abdulazîz Al Sûûd, Alîkarê Duyemîn ê Serokwezîr Prens Mûgrîn Bîn Abdulazîz Al Sûûd û hin berpirsiyar jî beşdarî hevdîtinê bûn. Serokkomar Gul ji bo rêz û hurmet û mêvanperweriya ku li Erebîstana Siûdî nîşanî wî da sipasiyên xwe anî ziman. Hat diyar kirin ku Serokkomar Gul di hevdîtinê de bal kişand ser têkiliyên aborî, leşkerî, ewlehî û parastinê yên di navbera Tirkiyeyê û Erebîstana Siûdî de. Gul destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna têkiliyên di navbera herdu dewletan de divê hewl û xebatên zêdetir bên kirin.
Qral Abdullah jî ji bo ku Serokkomarê Tirkiyeyê bûye mêvanê wan kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku dê têkiliyên di navbera wan de xurt bibe û bidome.