ÎSTANBÛL
Serokwezîr Davutoglu got: (Ciwanên ku li Diyarbekirê bi hovîtî hatin qetilkirin) Dema ku ez dihatim Wezîrê Karên Navxweyî xeberek ji min re şand; 16 gumanbarên ku Yasîn Boru û 3 hevalên wî dema van bûyeran çêbûn, li Diyarbekirê ew bi awayekî hovane qetilkirin îro hatin girtin. Gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin."
Serokwezîr Davutoglu: "Ji bo li hemû herêmên Tirkiyeyê sermaye bê danîn, hemû herêm geş bibin û pêş bikevin, me Tirkiyeyê kir şeş perçe. Bi taybetî jî me ji bo herêma rojhilat û rojhilatê anadoluyê teşwîq zêde kir. Niha daxwaza me ew e ku em di serdema nû de, bi taybetî di qada teknolojî û Ar-Geyê de teşwîqê zêde bikin. Em ji bo vê hewl didin. Bala xwe bidinê, piştî pêvajoya çareseriyê li herêma rojhilat û rojhilatê anadoluyê sermaye danîn çiqas zêde bû. Miteşebus piştî pêvajoyê çiqas çûn herêmê. Di 2 salên dawîn de herêm geş bû û pêş ket. Bûyerên ku di 6 û 7ê kewçêrê de bi hinceta êrîşên ser Kobanê hatin lidarxistin, ber li geşbûna herêmê girt. Bi van çalakiyan xwestin ku ber li pêşveçûna herêmê bigrin."