Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku dibe ew di dema berê de wek parlementerê AK Partiyê bê hesibandin lê niha ew Serokwezîrê hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê ye.
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokwezîriyê Osman Sert der heqê hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ku bi nûnerên elewiyan re hat bal hev de agahî da endamên çapemeniyê.
Sert destnîşan kir ku Davutoglu di civînê de li ser "Kevneşopiya Elewîtiyê" û "hemwelatiya wekheviyê" sekinî. Sert diyar kir ku Davutoglu wiha got: "Ez heta ku nebûbûm Serokwezîr dibe ku wek parlementerê AK Partiyê bêm hesibandin lê piştî ku ez bûm Serokwezîr, Serokwezîrê hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê me. Di tu pêvajoyekê de pêvajoya çareseriyê jî di nav de me tu car hesabekî wisa nekir. Heke em bikaribin samîmiyeta xwe biparêzin wê demê em ê gavên pir girîng biavêjin. Lazime ku em hemû xwe bikin şûna hev."
Sert ragihand ku Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk çelîk jî tevlî civînê bû û vexwendî ji 19 nûnerên elewiyên ku di nav wan de parlementerên berê, siyasetmedar, kalên elewî, rayedarên Saziyên Civakî yên Sivîl re hat şandin.