ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji bo şandeya HDPyê ya ku dawiya vê hefteyê dê biçe Îmraliyê wiha got: "Haya min ji daxwaza parlementeran heye ku dixwazin biçin Îmraliyê. Em bi awayekî erênî li vê daxwazê dinêrin."
Bozdag li Navenda Huner û Kongreyê ya Nazim Hikmet pirsên rojnamegeran bersivand. Wezîrê Dadê der heqê serdana şandeya HDPyê ya ku dê biçe Îmraliyê de diyar kir ku ew çûyîna şandeyê erênî dibînin û wiha pê de çû: "Dibe ku serî li wezaretê dabin lê hêj ji bo îmzekirinê serlêdana wan negihîştiye ber destê min. Ez zanim ku parlementer dixwazin dawiya vê hefteyê biçin Îmraliyê. Em jî vê yekê erênî dibînin."
Qedexeya weşanê ya der heqê xebatên komîsyona jêpirsînê ya meclisê ku ji bo 4 wezîrên berê hatibû amadekirin jî ji Bozdag hat pirsîn.
Bozdag wiha bersiv da: "Di dema birêvebirina jêpirsînê de lazim e ku rê li ber agahiyên xelet jî bê girtin. Sedema veşariyê ya herî girîng jî ev e. Him ji bo ku rê li ber agahiyên derew bên girtin û him jî ji bo ku delîl bi awayekî çêtir bên berhevkirin ev biyrar hatiye dayîn."