Bûldanê li TBMMyê bi Parlementerê partiya xwe yê Batmanê û endamê Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê Bengî Yildiz re civîna çapemeniyê li dar xist.
Bûldanê got ku Komîsyona Lêpirsinê ya Meclisê ev 3 meh in dixebite û meqamên rayedar ên partiya me der barê asta ku hatinê de nirxandineke berfireh kirin û biryarek dan û wiha axivî:
"Em hemû bi hev re şahidî dikin ku Komîsyona Lêpirsînê heta îro li ser bingeheke baş pêş neket. Digel hemû hewldanên muxalefetê komîsyon her ku diçe ji peywira mekanîzmaya darizandinê dûr dikeve. Hewl didin ku bandora muxalefetê ya di vê komisyonê de tune bikin û gelek mijaran ji muxalefetê direvînin. Guhdarkirina wezîrên eleqedar ser guh da dehfkirin û bi vî awayî nahêlin ku pêvajoyeke rastîn a darizandinê bê tetbîqkirin."
-"Agahiya teqez ew e ku dê 3 kes neçin giravê, êdî 4 kes an 5 kes diçin em hê jî vê nizanin."
Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldanê piştî axaftina xwe bersiva pirsên rojnamevanan jî da.
Hevdîtina hatibû plankirin ku di navbera lijneya Îmraliyê û Arîkarê Giştî yê AK Partiyê Beşîr Atalay de îro bê kirin hat paşxistin. Bûldanê li ser pirsa "Gelo çima hevdîtin hat paşxistin?" diyar kir ku Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ê ku dê lijneyê de bûya ji ber bernameya xwe ya ku berê hatibû diyarkirin mecbûr ma ku biçe Stenbolê û min jî rast nedît ku vê hevdîtinê tenê serê xwe bikim. Bûldanê destnîşan kir ku hevdîtin nehat betalkirin, hat taloqkirin û wiha axivî: "P?iştî hevdîtina me ya dawiya hefteyê ya bi birêz Ocalan re em plan dikin ku hefteya bê bi rayedarên lijneya çareseriyê re bên bal hev û digel van bi Birêz Atalay re hevdîtinê bikin."
Bûldanê li ser pirsên naveroka ziyareta Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken a bi Qendîlê re ev tişt gotin:
"Ev demeke dirêj bû ku me Qendîl ziyaret nekiribû. Ev dora mehekê ye ku em nikarin bi birêz Ocalan re jî hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em fikirîn û me got ku beriya ziyareta me ya dawiya hefteyê girîng e ku bi Qendîlê re nirxandin bên kirin. Di encam vê de birêz Balûken ji îro li Qendîlê ye. Em fikirîn û me got ku beriya ku em biçin giravê hevdîtineke bi Qendîlê re girîng e û birêz Balûken dê vê ziyaretê bike."
Bûldanê li ser pirsa "Gelo dê 5 kes an 3 kes biçin Îmraliyê" got ku "Em ê bi lijneyeke berfirehkirî biçin Îmraliyê. Lê belê hê jî di destê me de agahiyeke diyar tuneye ka dê kî biçe. Wezareta Edaletê tenê agahiya ku em ê bi lijneyeke berfirehkirî biçin giravê da me. Ez bawer im em ê sibê navan hîn bibin û roja yekşemê em ê biçin giravê. Lê belê niha agahiya teqez ew e ku dê 3 kes neçin. Em hê jî nizanin ka dê ev jimar 5 be an 4 be."
Bûldanê dema ku bersiva pirseke din jî da diyar kir ku qanûn ji bo çarçoveya pêvajoya çareseriyê vekiriye û got ku qanûn destûrê dide ku ji bilî siyasiyan aliyên cuda jî bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Bûldanê diyar kir ku ji ber vê yekê pirsgirêk nine ku kesên ji bilî parlementeran bên giravê.
Pervîn Bûldanê li ser pirsên din jî got "Hevdîtina ku em dê bi birêz Ocalan re bikin girîng e. Em ê piştî hevdîtina xwe nirxandineke berfireh bi raya giştî re parve bikin."