17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
ANKARA
Berdevkê Partiyê yê HDPyê Ayhan Bîlgen diyar kir ku wek rêbazeke demokratîk nabînin ku tu aliyên destûra bingehîn derveyî nîqaşkirinê bihêlin û got "Em wisa difikirin ku divê mirov dijberiya me ya ji bo serokatiyê û derxistina tabûyan ji hev cuda bike."
Bîlgen daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a ku bi rastî jî demokratîk e, pirol e û ya ku dê pêkanîna aştiyê hêsan bike, heye.
Bîlgen destnîşan kir ku di nav atmosfereke nîqaşê ya demokratîk de nîşandana helwesteke ku berî her tiştê girîngî dide hewcedariyên Tirkiye û civakê berpirsyariya hemû aktorên siyasî ye û qal kir girîng e ku siyasetmedar di mijara ziyankirina peywir û firsenda destûra bingehîn de baldar bin û helwesteke ji aliyê lihevkirinê de nîşan bidin.
Bîlgen axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em vê atmosferê wekî civîneke ku hêj rêbaza çêkirinê tê nîqaşkirin dibînin. Hêj nîqaşa der barê rêbaza çêkirinê de xilas nebibû ku komîsyon bi hinceteke der barê naverokê de belav bû û ev yek nayê qebûlkirin. Divê ji bo ji niha pê ve îradeyeke nû derkeve holê.
Em dixwazin ku bi lihevkirineke mezin destûra bingehîn bê çêkirin. Dibe ku fikrên me yên der barê naverokê de cuda bin lê di mijara rêbaza çêkirinê de heke mekanîzmayeke ku ji bi beşdariya civakî vekirî bê avakirin û partiyên siyasî di vê mijarê de tehdeyê nekin dibe ku mimkûn be ku siyaseta sivîl berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de ya ku derengî ketiye bi cî bîne.
Dema em bên ser xala dê der barê di mijara dîsa avakirina maseyê de rêbaza çêkirinê de formuleke çawa derkeve holê de bi ya min heke helwesta CHPyê der barê çar madeyên ewil û serokatiyê de be, bi rastî jî em girîngî didin ku her tişt bê axaftin, her tişt bê nîqaşkirin û ev yek ji bo çêkirina destûra bingehîn de girîng e lê ji aliyê me beriya nîqaşkirina naverokê ew tê ku atmosferê ji bo çêkirina destûra bingehîn guncav bikin, bikin atmosferek guncav ku mirov bikare nîqaşê bike."
Bîlgen qal kir helwesteke ku dê atmosferê hêzdar bike û nêrîna destûreke bingehîn a nû tê çêkirin derxîne ji bo wan biqîmet e û wiha axivî: "Pêşniyazeke ku bala xwe dide vê helbet girîng e. Heke ne dema ku li Enqereyê destûra bingehîn tê nîqaşkirin em ji aliyekî ve jî hev bikujin, bêguman dê ev yek wekî teşebûseke gelekî biguman û meşrûiyeta wê binîqaş bê dîtin."
Bîlgen axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em di serî de (ji AK Partiyê re) deriyan nagirin lê bêguman girîng û diyarker e ka dê pêşniyazek çawa bê, naveroka wê dê çawa be. Em wek rêbazeke demokratîk nabînin ku tu aliyên destûra bingehîn derveyî nîqaşkirinê bihêlin.
Em wisa difikirin ku divê mirov dijberiya me ya ji bo serokatiyê û derxistina tabûyan ji hev cuda bike. Dema hin bibêjin em dijî naverokê ne lê 'ev der nayê axaftin, ev der nayê nîqaşkirin' jixwe wê demê tu lihevkirin çênabe, çêkirina destûra bingehîn jixwe bi qabîliyeta lihevkirinê ya siyasetê re eleqedar e.
Helbet girîngiyên me, pêşniyazên me cuda ne lê dema ku li ser hemû destûra bingehîn siyaseteke nû, riheke nû neyê esasgirtin mirov nikare bêje vê destûra bingehîn a nû, tenê mirov dikare bibêje guherîna destûra bingehîn lê em ne guherînê, em diparêzin ku nêrîneke mantiqî, felsefeya pirole, berfireh û ya ku dê piştgirî bide aştiyê bibe serdest. Em wisa difikirin ku ev yek divê pêşiya nîqaşa modêla demokratîk bê."