MARDÎN
Parlementera AK Partiyê ya Mardînê Gonul Şahkulubeyê destnîşan kir ku bi ji bo îbadeta hecê cihên pîroz ziyaret kiriye û li wan deran ji hêla manewî ve di bin bandorê de ma ye û bîryara sergirtinê da ye. Şahkulubeyê got ku ezê bi laçika xwe biçim meclîsê jî.
Şahkulubeyê wiha got: "Meseleya sergirtinê tiştekî di nav mirov û Rebbê wî de ye. Em nikarin bibêjin ku jinên diçin hecê divê serê xwe bigrin û ku serê xwe negirin hecê wan nayê qebûlkirin. Min rewşa heyî nirxand û biryara sergitinê da. Ez texmîn dikim ku ji bo vê biryara min jî ewê him rexne hebin û him jî piştgirî. Dayika min gelekî kêfxweş bû. Ez hêvîdar im ku her kes rêzê nîşanî vê biryara min bide."
-Ji bo parlementerên ku sergirtî dê biçin meclisê piştgirî
Di vê navberê de li Mêrdînî Serokê Komeleya Navenda Lêkolîn û Tehlîlên Stratejîk Ahmet Akgûl piştgirî da parlementerên ku bi sergirtî dê biçin meclise.