Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê kuştina Wezîrê Filîstînî Ziyad Ebû Ayn şermezar kir.
Demirtaş û Yuksekdagê daxuyaniyeke hevpar dan û dan zanîn ku di serî de Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû, piştî daxuyaniyên berevdanî yên nûnerên payebilind ên Dewleta Îsraîlê şîdeta dewletê ya li ser filîstîniyan zêdetir bû û ev yek jî îxtimala cinayetên siyasî dê bi destê Dewleta Îsraîlê ve bên berdewamkirin tîne hişê mirov.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Eşkere ye ku dê îqtidara siyasî ya Îsraîlê ya ku yek ji hêmanên dibe sedem ku qeyrana li Rojhilata Navîn bibe kronîk û armanca wê ew e ku nijadperestiyê bike rejim, bêîstiqrariyê bêtir belavî herêmê bike. Em bangî hemû nûnerên siyasî yên Dewleta Îsrasîlê dikin ku bila ji helwestên ku nijadperestiyê xurt dikin û hemleyên ku bi awayekî yek alî lêferzkirinê dikin, dûr bisekinin. Em ji bo ku demildest dawî li şîdeta zêde ya li ser gelê Filîstînê bê û ji bo ku bergirîdanên muxtemel neqewimin bangî civaka navneteweyî dikin ku hesas tevbigerin û ji bo çareseriya siyasî demildest piştgiriyê bidin.
Xwedê rehma xwe li yek ji nûnerên gelê Filîstînê Ziyad Eû Ayn bike û em sersaxiyê didin malbat û xizmên wî û gelê Filîstînê."