Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin der barê daxuyaniya ya dubare ya Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldanê ya der heqê Pakêta Ewlehiya Navxweyî de got "Mijareke ku em rûniştinin û me got em ê tevahiya 16 madeyan bi muzakereyeke ji nû ve biguherînin û mijareke ku me li serê li hev kiriye tune. Heke hin pêşniyazên maqûl bên em ê rûnên û wan ji nû ve binirxînin."
Aydin di parlementoyê de bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê mijarê de bersivand û got dikarin pêşniyazên muxalefetê jî yên der barê mijarê de yên maqûl û bi mantiq binirxînin û wiha axivî: "Ev jî heta niha çênebû."
Aydin got ku mixabin ji partiyên muxalefetê der barê madeyên qanûnê de hêj tu pêşniyaz negihiştin wan û muxalefet vê pakêtê bi temamî red dike. Aydin axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji ber wê yekê jî gotinên 'Muzakere hat kirin û lihevkirin' Rast nîne.
Heke bi rastî jî bi iştên ku em bikarin qebûl bikin, li serê li hev bikin, pêşniyazên bi mantiq û di cî de bên em ê rûnin û van binirxînin. Lê belê niha der barê vê yekê de tu pêşniyaz nehatiye û tiştekî ku em rûniştine û me li serê xeber daye jî tune. Niha der barê mijarê de mijareke ku hatiye axaftin û li serê lihevkirin çêbûye tune. Mijareke ku em rûniştinin û me got em ê tevahiya 16 madeyan bi muzakereyeke ji nû ve biguherînin û mijareke ku me li serê li hev kiriye tune. Heke hin pêşniyazên maqûl bên em dê rûnên û wan ji nû ve binirxînin."
Aydin li ser pirsa "Tu têkilî çênebûn ne wisa?" wiha axivî: "Hêj tu pêşniyaz nehatin. Pêşniyazeke berbiçav jî tune. Der barê kîjan madeyê de pêşniyazeke wan a çawa heye ev jî hêj li holê nîne. Niha bêyî ku pêşniyazek hebe, bêyî ku bê axatin tişteke wekî guherîna hemû madeyan tune."