BERLÎN
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ser pêşniyaza ji bo li ser sînorê Tirkiyeyê polêsên îngilîzan bên bi cih kirin da ku destûrê nedin welatiyên îngilîz, yên ku li ser Tirkiyeyê derbasî sînorê Sûriyeyê bibin û tevlî DÎŞIyê bibin wiha got: "Tiştekî wiha pêkan nîne. Ji xwe di navbera me de, di qada îstîxbarat û parvekirina agahiyan de hevkariyeke xurt heye."
Çavuşoglu beşdarî 49emîn Fûara Borsaya Turîzmê ya Navneteweyî ya ku li Berlînê hat kirin û li vir pirsên rojnamegeran bersivandin. Çavuşoglu got ku şervanên biyanî ji bo herin tevlî DÎŞiyê bibin serî li her rêyî didin û diyar kir ku şervanên biyanî ne tenê li wê herêmê hene, li rojhilatê Ukraynayê jî 35 hezar şervanên biyanî hene. Çavuşoglu destnîşan kir ku ji bo şervanên biyanî li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Iraqê nebin, ew tewdîrên ewlehiyê hildidin û roj bi roj tewdîrên xwe xurttir dikin.
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku heta îro li ser sînor hezar û 100 şervanên biyanî girtin û wan derxistin derveyî sînorê Tirkiyeyê û got ku ji bo 12 hezar kesan jî Tirkiye hat qedexe kirin û hejmara kesên ku navên wan dikeve listeya qexeyê jî roj bi roj zêde dibe.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ser pêşniyaza ji bo li ser sînorê Tirkiyeyê polêsên îngilîzan bên bi cih kirin da ku destûrê nedin welatiyên îngilîz, yên ku li ser Tirkiyeyê derbasî sînorê Sûriyeyê bibin wiha got: "Tiştekî wiha pêkan nîne. Ji xwe di navbera me de, di qada îstîxbarat û parvekirina agahiyan de hevkariyeke xurt heye."