03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û wiha got: "Yên ku van kujeran dişînin ser me, heke li bendê ne ku wê bi van çalakiyên xwe yên nemerd va êrîşî bawerî û kesên ku jiyana wan cuda ne bikin û bi van va civatê ji hev cihê bikin, bila benda tiştekî wisa nebin. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, li vî welatî hemû bawerî, hemû raman, hemû kesên ku dixwazin cuda bijî, di garantiya dewletê da ne."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser Hereketa Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê dewam dike wiha pê da çû: "Em di roja 133yemîn a Mertalê Feratê de ne. Ji destpêka operasyonê heta îro 1270ê mensûbên DEAŞê hatin berterefkirin; bi tevî yên ku hatin qefaltin ve hejmar 1561 e. Niha hemû dinya dibêje 'DEAŞ'; DEAŞ radibe, DEAŞ rûdinê... Têkoşîna wan a dijî DEAŞê têkoşîneke derewîn e. Ya ku têkoşînê dike tenê Tirkiye ye. Niha Amerîka jî tiştekî nake, yên din jî tiştekî nakin. Ji bilî xeberdanê tu tiştek tune."
Der barê rewşa deresayî da jî Yildirim got: "Di nav vê hefteyê de meclisa me wê li ser tezkereyek derheqê dirêjkirina maweya wezîfeya hêzên me yên li Efxanistanê û biryara 3 meh dirêjkirina OHALê de biaxive.