03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Waliyê Hekariyê Cuneyît Orhan Toprak wiha bangî polêsan kir: "Operasyon bûn destpêka dawiya rêxistina terorê ya xayin. Piştî têkoşîneke bi zor û zehmet we ew kirin çalên ku wan vedabûn."
Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bi minasebeta vebûna hêwana vehesînê ya ji bo bîranîna polêsên hereketa tabet ên di 15ê tîrmehê de şehîd bûn hat vekirin merasimek li dar xist.
Walî Toprak di merasimê de axivî got ku ew ji bo îro li pêşiya civateke qehreman diaxife bextewar e.
- "We hemûyên wan xiste hendekên ku vedan"
Toprak got hêzên ewlekariyê yên ku tayînî herêmê kirin bêyî teredûd, bêyî tirs wezîfeya xwe dikin, hetanî îro çi wezîfe dan wan bi serkeftî kirin.
Toprak diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dersa ku lazim dike dan kesên ku li Yuksekovayê dijî dewletê serî hildan û ketin peyî xeyalen nebûyî û wiha pê da çû: "Operasyon bûn destpêka bidawîbûna rêxistina terorê. Di têkoşîneke evqasî mezin da di encama operasyoneke serkeftî da we hemûyên wan xiste hendekên ku vedan. Dewleta me motanî ku hûn difikirin hêzdar dibe. Pêewlebûn û sedeqata ji bo dewletê zêde dibe. Em vê bi awayê eşkere dibînin."
Toprak di dawiya axaftina xwe da endamên ewlekariyê yên ku asta wan bilind bûn pîroz kir û salona bînvedanê ya "Şehîdên Tevgera Taybet ên 15ê Tîrmehê" ya ku bi îmkanên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr va ji bo Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Tevgera Taybet hat çêkirin vekir.