ANKARA
Cîgirserokên Koma BDPyê Pervîn Bûldan û Îdris balûken li meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin. Cîgirseroka Koma BDPyê Prevîn Buldan di civînê de got: "Mixabin helwesta hikûmetê astenga herî mezin a li hember pêvajoya çareseiyê ye."
Bûldanê destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de hikûmet ev saleke tu gavekî jî navêtiye. Bûldanê diyar kir ku bûyerên Parîs, Gezî, qetlîamên Lice û Geverê, biryara Roboskiyê û operasyonên siyasî ji bo ku pêvajo raweste hatin kirin û berpirsiyariya van bûyeran jî ya hikûmetê ye û wiha got: "Ji ber ku hikûmet giran tevdigere û pêvajoyê ji bo hilbijartinê wek amûrekê bi kar tîne, di warê demokratîk û zagonî de tu gaveke erênî nehat avêtin. Îro jî pêvajo di bin xetereyê de ye û divê hikûmet vê xetereyê bibîne."