ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Emrûllah Îşler got ku Hezretî Pêxember di rêzefilmeke televizyonê de wek amûrê reklamê û ji bo armancên siyasî hat bikaranîn, ev nayê qebûlkirin.
Îşler li kûlîsa meclisê pirsên rojnamevanan bersivand. Îşler got ku Hezretî Pêxember di rêzefilmeke televizyonê de wek amûrê reklamê û ji bo armancên siyasî hat bikaranîn, ev nayê qebûlkirin. Îşler destnîşan kir ku ji Diyanet û derûdorên îlahiyatê jî li dijî vê bûyerê bertek hat nîşandan û wiha got:
"Hezretî Pêxember di rêzefilmeke televizyonê de wek amûrê reklamê û ji bo armancên siyasî hat bikaranîn. Ev nayê qebûlkirin. Lewra ji bo ku fikrên xwe bi mirovan bidin qebûlkirin pêxember tê bikaranîn. Dema meriv li wan dîmenan dinihêre zehf trajîkomîk in. Pêxember di nav roniyê de derdikeve û ji xeybê agahî dide, paşê jî li qamyonê siwar dibe û diçe. Berê jî daxuyaniyên wek 'Hz. Pêxember di xewnê de xuya bû, twîtan derxin tu qatî' derketin, eleqeya van tiştan bi dînê îslamê re tuneye. Li gor îslamê xewn wek delîl nayên qebûlkirin. Li gor dîn tenê xewnên pêxemberan wek delîl tên qebûlkirin. Pêxember ji bo armancên siyasî hat bikaranîn. Divê ev qanal ji gelê Tirk, ji 76 milyonî lêborîn bixwaze û cî nedin dîmenên xelet. Divê teqez der barê vê mijarê de ji gel lêborînê bixwazin."
Îşler li ser pirsa "Gelo xwestin peyameke çawa bidin?" wiha got:
"Dixwazin bêjin ku Hz. Pêxember jî bi me re ye, yanê em mafdar in. Yanê di nîqaş û bûyerên dawîn de alîkariya Pêxember a manewî li pişt me ye. Ev şaş e, di meseleya twîtê de jî heman peyamê dan. Divê di vê mijarê de RTUK jî berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Qasî ku dizanim serî li RTUKê dane, dê RTUK jî binirxîne, lê qet nebe divê daxuyaniyek bidin raya giştî."