MÛŞ
Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan got: "Min di heyata xwe de gelek tiştên baş kirine. Di dema guhertina qanûna bingehîn de min ji bo darizandina derbekaran ew daxwaza îmze kir. Di nav tiştên ku di jiyana min de bûne ya ku herî zêde min kêfxweş dike ev îmze ye."
Wezîr Çaglayan du roj berê li Mûşê di înşeata mizgefta ku ji bo xêra dê û bavê xwe dide çêkirin de lêkolîn kir. Çaglayan li wê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê
Çaglayan diyar kir ku di derbeya sala 1960an de malbata wî hatiye mexdûrkirin. Apê wî Şefîk Çaglayan bi salan li Yassiadayê hatiye girtin û apê wî yê din Tevfîk Çaglayan jî ji ber ku pir zêde li ber birayê xwe ketiye miriye. Di wê demê de hemû mal û milkên malbata Çaglayan ji destê wan çûye û ketine halekî xerab.
Çaglayan destnîşan kir ku heman tişt di derbeya sala 1980yî de jî hatiye serê wan û gelek malbatên wekî wan û wiha dewam kir: "Ji derbekeran hesabpirsînê di dema vê hikûmetê de dest pê kir. Di çarçoveya xebatên qanûna bingehîn ya nû de ev xebat jî hatin kirin. Min jî ji bo ji derbekeran hesap bê pirsîn îmze da. Di jiyana min de ji tiştên ku herî zêde min kêf xweş dike yek jî ev îmze ye."
Çaglayan bal kişand ser darizandina derbekeran û diyar kir ku tu kes nikare bikeve nav gel û siyasetê û ew bi xwe jî di nav de mafê tu siyasetmedarekî tuneye ku eleqeya xwe bi darazê bike û wiha pê de çû: "Darizandina derbekeran li dadgehan didome, di rojên pêş me de dê çi bibe em nizanin. Lê ez wek welatiyekî vî welatî pir dil xweş im ku êdî wê tu kes nikaribe bi rêyeke li dijî demokrasiyê siyasetê bike.
Çaglayan li ser guhertina navan jî qala bîranîneke xwe kir û got: "Li Mûşê salên berê navê gundekî bi kurdî Sêmal bû. Ew nav guhertin û kirin Uçevler. Gelo zirara Sêmalê çi ye ku kirine tirkî ku tê maneya 'Uç Ev'. Bi vê xêr gihîşt kê ku ew nav guhertin. Ma li welêt, Mûşê cudaxwazî bû? Lê gelo bi guhertinê xêr gihîşt kê. Yanî navê wî gundê dîsa bibe Sêmal, kî ye jê zirar bibîne û çi zirara wê bigihêje bajar û welatê me. Sêmalê çi bi kê kiriye. Ji îro pê ve dê tu kes nikaribe serî li rêyên li dijî demokrasiyê bide."