VAN
Serokwezîr Erdogan li navçeya Ozalpa Wanê di merasîma vekirina giştî de axivî û got: "Vekirin wezîfeya me ye. Em ne ji bo vekirinê ji bo muhebetê hatin vir. Vekirin jî ji me re bû hincet. Em ji bo hal û xatirê vê navçeya li herî rojhilatê welêt bipirsin, ji hev du re derdê xwe vebêjin û bi hev re şêwra xwe bikin hatin."
Em yek in, bi hev re Tirkiye ne
Erdogan der barê xebatên li vir hatine kirin de agahî da û wiha dewam kir: "Piştî erdhejê li Wanê sermayeyeke mezin hat danîn. Di dîroka komara Tirkiyeyê de hetanî îro li Wanê xebateke wiha nehatiye kirin. Gelo hûn dizanin çiqas? 5 katirilyon. Çima? Lewra em efendiyê vî miletê nînin, em xizmetkarê milet in. Ji ber vê yekê em di ferhenga xwe de cih nadin cudakariyê. Em yek in bi hev re Tirkiye ne."
Erdogan bal kişand li ser siyaset û îdeoljiyan û got ku ew li pey îdeolojiyên vala nakevin û wiha pê de çû: "Deweya me ji gel re xizmet e. Herwiha fikir û zikra me jî ji gel re xizmet e. Em li welêt kurmanc, tirk, laz, çerkez, gurcî, abaza, roman û zaza û hemû unsurên etnîkî li welatî miletek in. Ji ber vê yekê em partiya fikir û ramanekê tenê nînin, em partiya hemû Tirkiyeyê ne û xizmetkarê 76 milyonî ne. Ji yên din cudatiya me jî ev e. Deweya me, îdeolojiya me ew e ku em ji welatiyên xwe yên li 81 wilayetên Tirkiyeyê re xizmetê bikin."
Divê rabirduya me ji me re bibe îbret
Erdogan diyar kir ku pêşveçûn û geşedanên welêt bi hev re tên birêvebirin, herwiha cihê ku bi hev re neyên birêvebirin jî hizûr û aramî çênabe û got: "Ev 11 sal in ku ji bo pêşveçûn û geşbûna welêt û aramiya gel em têdikoşin."
Zanîna me çi be divê em li ser masê rûnên û biaxivin
Erdogan wiha pê ve çû: "Tirkiye bi xebatên me yên 11 salan gelekî bi pêş ket. Divê em li ser nîqaşên berê zêde nesekinin. Divê em nebin mehkûmê bêhêvîtiyê û gelê xwe jî mehkûmê vê nekin. Divê rabirdu ji me re bibe îbret û bi hêviya rojên xweştir, ji bo pêşeroja xwe li ber xwe bidin. Dest bidin hev û bi hev re pêşeroja xwe damezrînin. Zanîna me çi be divê em li ser masê rûnên û şêwra xwe bikin. Ji bilî her tiştî 4 salan carekê hilbijartinên giştî, 5 salan carekê jî hilbijartinên herêmî dê bên kirin. Em bi vîneke azad werin ser sindoqan biryara xwe bidin û jê re rêz bigrin."