09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn li qesra Konstantîne hatin bal hev.
Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn got ku normalbûna têkiliya herdu welatan bi xêra herdu gelên welatan e.
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn got ku Serokomar Erdogan digel bûyerên ku li Tirkiyeyê qewimîn hat Rûsyayê, ev nîşan dide ku dixwazin têkiliyên navbera her du welatan da normalîze bibin.
Serokomar Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn de behsa têkiliyên tirkan û rûsan kir û wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku ev gava ku me niha avêt û bi yên ku em ê biavêjin ve, em ê bikevin nav pêvajoyeke cuda. Piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê dema ku we wek serok telefonê me kir, him hemû heyeta me û him jî hemû gelê me kêfxweş bû." Serokomar Erdogan di hevdîtina digel Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn da got, "Herêm ji hêla siyasî li benda me ye. Ez wisa bawer dikim ku hevkariya me yê alîkariyê bide çareserkirina kêşeyên herêmê. (Ziyareta Rûsyayê) Tevî vê ziyaretê em kêfxweş in ku wê civînên konseyê yên asta bilind ên şêwrê ku dora me hatibû jî wê dest pê bikin. Gelek têkiliyên dualî yên li ser maseyê sekinandî ne hene, herêm di qada siyasî da li benda hin tiştan e. Bawer im bi saya hevkariya me wê hin pirsgirêkên li herêmê jî werin çareserkirin."
Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn der barê hewldana derbeya FETOyê de anî ziman ku Rûsya li hember hemû tevgerên li dijî zagonê ye û wiha got: "Ez hêvî dikim ku gelê tirk bi rêvebiriya we va dê vê pirsgirêkê çareser bike."