10 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
ÎSTANBUL/ORAL ÇALIŞLAR
Dema ku pêvajoya çareseriyê dewam dikir PKKê hin caran digot "em ê cardin dest pê bikin". Ez wek rojnamevanekî ku bi salên dirêj in herêmê dişopînim, min li wir pêşveçûnên erênî didît. Jiyana civakî û aboriyê pêş ketibû. Di serî de Diyarbekir li bajarên herêmê kafe, xwaringeh, tesîsên turîstîk û galeriyên hunerê zêde bûbûn. Di qada siyasî de jî geşedanên girîng pêk hatibûn. Bi pêvajoya çareseriyê ve ji bo daxwazên kurdan ên heq û hiqûqê gavên balkêş hatibûn avêtin.
Min digot ku di nav rewşeke wiha ya ku serkeftinên girîng hatine bidestxistin, PKK wê car din serî li polîtîkayên tundiyê nede. Li gor min ev ne rast bû, min digot gelê herêmê wê piştgiriyê nedê.
- Şaşiya Kobaniyê
Lê li hember vê PKKê dest avête çekan. Careke din serî li rêyekê ya ku ewil em qet rast nehatibûn da. Bi şerên bajaran ve hewl da ku serhildanekê bike. Wisa xuya dike ku tecrubeya bajarê Kobanê ya li Sûriyeyê rê da ber wan ku ew heman tiştî li Tirkiyeyê bikin.
Lê di navbera herdu tecrubeyan de cudahiyên pir mezin hebûn. Li bajarê Kobanê kurdên Sûriyeyê li hember ÎŞIDê axa xwe, mal, milk, dikan, kargeh, ji hemûyan girîngtir jî canê xwe diparastin. Heke têk biçûna wê xilas bibûna.
Ji bo kurdên ku li Cizirê, li Sûrê, li Silopiyê dijîn tehdîdeke wiha tunebû. Mal û dikan yên wan bûn. Bi saya pêvajoya çareseriyê jiyana wan zêdetir dewlemendtir bûbû. Dema pevajoya çareseriyê şer tunebû û can û malê wan di nav rewşeke rehet de bû.
Bi kolandina xendekan ve wê çi bidestbixistana? Rewşeke ku qet eleqeya wê bi Kobanê re tuneye rûbirû man. Ji bilî îlankirina xwerêvebirinê ya lez û bez tiştekî ku bidestbixistana tunebû. Berevajî vê ji ber çalên ku kolandin rewşeke ku jiyana wan, mal û kargehên wan tehdîd dike ve rûbirû man. Piştgiriya siyaseta xendekê ya PKKê dihat wê meneyê ku ew ê her tiştên xwe winda bikin û ev jî felaketek e.
Hêza welatiyan tunebû ku li hember PKKyiyên ku bi çekan ve xwe dane li ber derê wan bisekinin. Gotina wan a "Wisa nekin" jî bi tundiyeke giran ve dihat bersivandin. Çare terkandin bû. Bajar bilez vala bûn.
Li van bajarên ku ev bûyer lê qewimîn gelek dostên min hene. Ewil îtiraz kirin. Gef li wan hat xwarin. Paşê hewl dan ku koçî cihekî din bikin. Terka malên xwe kirin. Dest dan li ser malên wan. Wek "xaîn" hatin binavkirin.
Siyaseta xendekê wek ceribandineke PKKê ya serhildanê hat bikaranîn, lê neçû serî. Cara ewil derbeke wiha mezin xwarin. Ya herî girîng jî, cara ewil gelê herêmê bertekeke eşkere nîşanî wan da. Piştgiriya girseyan ya ku heta derekî bi dest xistibûn jî winda kirin.
- Bêstesîrbûna HDPyê
Em bên HDPyê. Rewşa wan a vê pêvajoyê hema bû xiyalşikestinek. Ewil xwestin ku PKK çekan bide kerkirin. Di hilbijartinan de ji sedî 13 ray hildan û dizanibûn ku ev ray di vê rewşa tundiyê de nayê tu meneyê. Ewil li hember xendek û barîkatan derketin.
Lê tehdîda tund a PKKê û hişyariya wê nehîşt ku ew serbilind bisekinin. Li hember tehdîdên PKKê li dû xendekan çûn. Ji ber ku sînorek di navbera xwe û tundiyê de danenîn, li hember tundiya PKKê teslîm bûn ji hêla siyasetê ve bû sedem ku ew bêtesîr bimînin.
- Berteka gel
Gelê herêmê jî van tevgerên HDPyiyan yên ku nikarin çareseriyekê bibînin û pasîf tevdigerin bêhêvî temaşe kirin û hêviya xwe ji wan birîn.
Gelê herêmê niha berdêla "serhildana" PKKê ya ku ceriband û siyaseta HDPyê ya ku li dû PKKê ket dide. Bajar wêran bûn, hatin şewitandin. Hê jî li gelek bajaran aramî tune. Hêviya pêşerojê tune. Bêçaretî heye.
Ez bizivirim gotina xwe ya serî. Heke pêvajoya çareseriyê çênebûya, dibe ku gelê herêmê ji siyaseta tundiyê evqas dûr nesekiniya. Ev ceribandinên ku hatin serê wan nîşanî wan da ku ew dikarin çi bidest bixin û çi winda bikin.
PKK ji ber vê têk çû. HDPya ku bi milyonan ray hilda berpirsyariya xwe neanî cih. Berdêla herî mezin jî gelê herêmê da.
Niha dem dema birînan dermankirinê ye.
Ewil meseleya bingehîn ya ku li pêş me ye ew e ku çek divê bi temamî rawestin. Ji bo daxwazên kurdan ên demokratîkbûnê yên ku pir mafdar in bên dayîn, divê reformeke siyasetê û hiqûqê ya cidî bê kirin.
Xebatên zagona nû ji ber vê dikare bibe destpêkek û îmkanek.
HDP divê xetayên xwe bibîne û aktîf beşdarî xebatên meclisê bibe.