Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş der barê pevçûnên li Iraqê got "Li hember hovîtî û wehşeteke bi vî awayî heke hewce bike bila avakirina artêşeke hevpar bê nîqaşkirin."
Demirtaş li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag û Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re civîna çapemeniyê li dar xist. Demîrtaş got ku gel, bawerî, nasname û çandên qedîm ên Rojhilata Navîn rojên dijwar derbas dikin.
Demirtaş parast ku Rojhilata Navîn bûye wek gola xwînê û mirovahî li hember vê rewşa dilsoj bêdeng dimîne û wiha axivî: "Li hember wehşeta li ser Şengal û Mexmûrê sazî û civaka navneteweyî bê deng man û ev yek jî helwesteke gelek nexweş û berjewendîxwaz e."
- "Divê hikûmeta navendê budçeyeke mezin veqetîne"
Demirtaş da zanîn ku bi KCD, şaredarî û saziyên civakî ên sivîl re bûn yek û hewl dan ku arîkariya êzdiyan bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi qasî 25 hezarî êzdî mecbûr man ku koçî Tirkiyeyê bikin. Pêlav, îşlik, nan û lîreyekî ku hûn ê bişînin jî gelekî bi qîmet e. Hûn ji Stenbolê heta Ardahanê dikarin xwe bigihînin navedên me yên kordînasyona arîkariyan. Li vir tiştên ku dikevine ser milê dewletê jî hene. Heke hemû baca herêmî ji şaredariyan re bihiştana, wê demê me dikaribû em hemû arîkariyan bikin. Lê hikûmeta navendî ji sedî 99ê bacê distîne û di van rewşan de hikûmeta navendî divê budçeyeke mezin veqetîne."
- "Divê avakirina artêşa hevpar bê nîqaşkirin"
Demirtaş parast ku ji hêla yekîtiya neteweyî ve bi derfet û mecbûriyeteke dîrokî re rû bi rû mane û wiha axivî: "Îro her kesê ku meqam, partî û dahatuya xwe tenê difikire, îxanetê li gelê xwe dike. Wext wextekî wisa ye ku divê ji bilî berjewendiyên hevpar ên gel tu tiştekî din neyê fikirîn. Yekîtiya Neteweyî divê ne tenê wek yekîtiya siyasî bê dîtin, divê sazî û mekanîzmayên hevpar ên parastinê bên avakirin. Li hember van hovîtî û wehşetan heke hewce bike, divê avakirina artêşa hevpar bê nîqaşkirin. Derengxistina vî karî me hemûyan dixe bin webalê. Ez dixwazim banga xwe dubare bikim ku divê hermû tevger bibin yek û di mijara yekîtiya neteweyî, kongre, konferans û parastina neteweyî de pêngavên lezgîn bên avêtin."
- "Mecbûr dimînin ku ji ser çiyan re derbasî Tirkiyeyê bibin"
Demirtaş diyar kir ku Tirkiyeyê sozê piştgiriyê da ji bo kampên ku dê li Zaxo û Dihokê bên çêkirin. Demirtaş got ku li van her du bajaran bi deh hezaran kes mecbûr man ku li park û baxçeyan bijîn.
Demirtaş wiha peyivî: "Kampên ku dê di nav sînorên Tirkiyeyê de bên avakirin jî divê bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) di bin berpirsyariya hikûmetê de bên avakirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ku nahêlin kesên ku pasaporta wan tune ji deriyê sînor ê li Sîlopiyê bikevin Tirkiyeyê, ev kes mecbûr dimînin ku ji ser çiyayan re bikevin Tirkiyeyê. Divê Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de li mijara penaberan binêre. Em bangî Davutoglu dikin ku sozên dabûn bila bi cî bînin. Dema ew wezîrê karên derve bû soz dabû lijneya me ku dê van hemûya demildest bikin. Digel ku ew niha bûye Serokwezîr jî ez dixwazim diyar bikim ku divê sozên ku dabûne me bi cî bînin."
- Dixwazin Şengal xweser bibe
Demirtaş got ku ji bo çareseriya mayînde divê statuyeke taybet bidin Şengalê û ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xwest ku li ser vê mijarê bisekine.
Demirtaş got "Divê Parlemento statuyeke taybet bide Şengalê. NY jî divê statuya navendî ya baweriyê ya Şengalê bide ber çavan û qetlîama êzdiyan a li Şengalê wek bûyereke ji rêzê nebîne" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dê di rojên beriya me de bi lijneyên berfirehkirî Kurdistana Başûr ziyaret bikin. Bi civak û mekanîzmayên navneteweyî re jî dê randewuyên me çêbin. Em dê vê mijarê bi awayekî devkî û nivîskî jî bibine DYA, Ewropa û NYê.
- "Divê hêza parastina meşrû hebe"
Rojnamevanan ji Demirtaş pirsa 'mebesta we ya ji artêşa hevpar çi ye?' kirin. Demîrtaş li ser vê pirsê diyar kir ku DÎŞI bi êrîşên xwe kurdan, tirkmenan, êzdî û ereban qetil dike, ji ber vê yekê divê hemû alî hemû derfetên di destê xwe de bînin bal hev û wiha axivî: "Heke hewce bike divê artêşa hevpar bê avakirin. Kî dixwaze bila di nav vê yekê de cî bigire. Heta ferq nake ka kîjan dewlet arîkariya çekdarî dide vê artêşa ku dê bê avakirin. Em wisa difikirin ku hewceyî bi artêşeke bi vî awayî heye. Artêşa ku dê bê avakirin divê artêşeke wisa be ku êrîşî tu kesî neke, divê hêza meşrû ya ji bo parastina rûmet û axa gelê xwe be."
- Pêvajoya çareseriyê
Demirtaş bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê pêvajoya çareseriyê de jî da û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha der barê pêvajoya çareseriyê de tu geşedan tuneye. Dibe ku di rojên pêşya me de geşedaneke nû çêbe."