DIYARBAKIR
Serokwezîr Erdogan got: "Diyarbekir, hey welatê biratiyê Diyarbekir! Em bira ne. Em ne tenê hevalrê ne, em birayê qederê ne. Em ne heya bazarê, em heya gorê heya mehşerê bi hev re ne."
Xelên sereke yên axaftina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya li merasima vekirina li Diyarbekirê ev in:
"Sed sal berya vê li ser vê axê bi cetwelê sînor hatin xêzkirin, lê nikarin sînoran daynin navbera hezkirina me. Nikarin sînoran deynin navbera tarîxa me ya hevpar, şaristaniya me ya hevpar, pêşeroja me ya hevpar.”
"Birayê min ê diyarbekirî, birayê min ê kurmanc, birayê min ê tirk, birayê min ê zaza, birayê min ê ereb, ev komar ya te ye. Ev komar ciqasî ya yê îzmirî ye, çiqasî ya yê îstenbolî ye, çiqas ya yê ankarayî ye, a bi wî qasî ya te ye jî. Ev dewlet, al ya te ye. Mîna 76 milyonî tu xwediyê vê komarê, vî welatî, vê alê yî.”
"Divê tu ne li cem zaliman, li cem gelê xwe, birayên xwe, ligel mezlûma bî, ya esa ev e. Divê tu piştgirê aştiyê bî, li gel pevçûn û şer nebî. A Kek Mesûd ev kir, loma bi ser ket. Loma birayê min Kek Mesûd dîrok nivîsî."
"Gava Diyarbekir aram be, Erbîl dê hê aram be. Heke Diyarbekir aram be, Qamişloyê hê aram be. Diyarbekir di nav refah, aştiyê de be Tirkiye dê di nav refah, aştî û aramiyê de dibe.”
"Kesên ji nivîskar, şair, rojnamevan, hunermendên bi deng, gotinên xwe dilê gel fetih kirine re tehemul nekin, nikarin aştiyê bînin heremê. Sezaî Karakoç dibêje Diyarbekir, tene ne ya tirkan e, Diyarbekir tenê ne ya kurdan e, Diyarbekir tenê ne ya ereban e, wekî Erbîlê Diyarbekir ya me hemûyan e.”