Arîkarê Serokê Teşkîlata AK Partiyê Mûrat Yildirim got ku "Heke rêxistina terorê bixwaze ku vegere salên 90î jî dê nekare ku vegere. Dewlet dê hemû tevdîrên xwe bigire û dê dev ji azadiyan bernede. Dê bêtir azadî, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê nîşan bide. Em di vê de biryardar in."
Bi telîmata Serokwezîr Ahmet Davutoglu heyeta di bin serokatiya Yildirim de ya ku ji Parlementerê AK Partiyê yê Meletiyê Nûrettîn Yaşar, Parlementera Erziromê Zehra Taşkesenlîoglu, Parlementerê Ispartayê Sureyya Sadî Bîlgîç, Parlementerê Nîgdeyê Erdogan Ozegen, Parlementerê Adiyamanê Orhan Atalay, Parlementerê Sînopê Mehmet Ersoy pêk tê ji bo ku têkiliyên cur bi cur dayne çû Batmanê.
Heyetê bi Walî Azmî Çelîk re di meqamê wî de hevdîtin kir û pişt re li Serokatiya Bajêr a AK Partiyê bi partiyiyan re hat bal hev.
-"Dê mafê hemû mirovên me bê parastin"
Yildirim di axaftina xwe ya vir de got ku divê welatî û rêxistinên terorê ji hev bên veqetandin.
Yildirim got ku mal, can û xwîna welatiyan emanetî vê dewletê ye û wiha axivî: "Tu kes ji tu kesê mezintir û biqîmettir nîne. Qîmet tenê di nirxên exlaqî de ye. Bi rojhilat û rojava, bakur û başûr dê mafê hemû welatiyên me bê parastin."
Yildirim destnîşan kir ku operasyon li dijî rêxistinên terorê ne û wiha axivî:
"Kî ne ev rêxistinên terorê? PKKa rêxistina terorê ya ku qesdê can, mal û aramiya vê gelê dike, rêxistina paralel, rêxistina DHKP-Cyê û DAEŞ. Van wekî hûn jî dizanin ku hewl dan ku nêrîneke wekî ku arîkariya DAEŞê tê kirin, derxînin. Bi van derewên ku derxistin raya giştî xapandin û berê wan dan aliyekî din."
Yildirim got ku "Ev operasyon bila gelê me bizane ku heta dawî li rêxistinên terorê bê dê berdewam bikin. Dê nekarin ji niha pê ve gelê me bêhûzir bikin. Em dixwazin ku şertên jiyana mirovane çêbin." û da zanîn ku biratî û dostaniyê dixwazin.
-"Dixwazin ku dîsa vegerin salên 1990î"
Yildirim bal kişand ku PKKa rêxistina terorê rê dibire û wiha axivî:
"Ev berê mirov didin aliyekî din. Bi xwe rê dibirin, bi xwe mirovan dikujin lê bi operasyona nêrînê diwazin ku ji nû ve îmajeke nû nîşan bidin. Dixwazin ku ji nû ve vegerin salên 90î. Heke rêxistina terorê bixwaze ku vegere salên 90î jî dê nekare ku vegere. Dewlet dê hemû tevdîrên xwe bigire û dê dev ji azadiyan bernede. Dê bêtir azadî, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê nîşan bide. Em di vê de biryardar in. Li vê herêmê daxwaza me ew e ku êdî vê yekê nîşan bide. Gelê me jî êdî li gor serdestiya hiqûqê divê mafên xwe bi xwe biparêzin. Em dixwazin ku biratiya xwe ya hezaran salî berdewam bikin."
Yildirim destnîşan kir ku piştî bûyeran ne tenê gelê herêmê bêhizûr dibe, mirovên ku li herêmên din jî dijîn jî bêhizûr dibin.
Yildirim destnîşan kir ku pirsgirêk û tehdeya ku rêxistina terorê dibe sedem li herêmên din ên Tirkiyeyê jî tên hîskirin.
-"Gel dê li hember wan serî netewîne"
Yildirim got ku "Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat li 4 hezar sindoqî bi heman mohrê ji HDPyê re ful deng derket. Ev tehde nîne ma çi ye? Yê ku ji bo vê yekê tehdeyê dike rêxistina terorê ye. HDPya ku pişta xwe dide rêxistina terorê û bi daxuyaniyê xwe bi xwe vê nîşan dide ye. Divê dev ji vê berde. Em dixwazin ku vîna neteweyî tecellî bike" û qal kir ku divê dev ji tehdeyan berdin.
Yildirim axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev gel haj bi vê yekê heye. Gel dê ji niha pê ve serê li hember van netewîne. Mixabin ku mirovên vir mecbûr dimînin ku koç bikin. Ji ber tehdeya rêxistina terorê koç dikin. Yê ku dê li hember vê koçê bisekine gel e, hûn in. Heta dawî li rêxistinên terorê bê dê dewlet hemû hêza xwe bi kar bîne. Heke li herêmê aramî, aştî pêk bê dê Tirkiye bibe welatê serkêş ê herêmê."