ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê li Ebdillah Kurdiyê bavê Aylan kurdiya ku cesedê wê li qeraxê Bodrumê xistibû û hatibû rojeva dinyayê geriya û serxweşî da wî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Erdogan dema ku bi Ebdillah Kurdî ra xeberda got ku ji ber mirina 2 zarok û jina wî gelekî li ber xwe ket û wiha axivî: "Ew herdu zarok qasî ku zarokên te bûn ew qasî jî zarokên me bûn. Bi heman awayî xanima te jî xuşka me bû."
Erdogan got ku rihma Xwedê li kesên mir be û ji Kurdî ra got, "Xwezila hûn derneketina rêya behrê û me jî hûn têxistina mêvanên xwe."
Erdogan bal kişand ku ji Sûriye û Iraqê qasî 2 milyon ereb, kurd, êzdî û tirkmen wek penaber li Tirkiyeyê ne, ew ê alîkariyên ji Kobanêya warê Kurdî ra bidomînin.
Kurdî jî ji Serokomar Erdogan ra sipas kir û got ku ew ê jî amûrên alîkariyê yên Tirkiye dişîne Kobanêyê bi dilrihetî li hewcedaran belav bike.
Erdogan bal kişand ku ji ber terorê 220 hezar kes ji Kobanêyê revîn û hatin Tirkiyeyê, paşê 80 hezar kes zivirîn, Qizilay, AFAD û saziyên alîkariya mirovahiyê yên li Tirkiyeyê alîkariyên xwe yên ji bo penaberên ji Kobanêyê didomînin.