TBMM
Civîna duyem ya pêşnûmaya ku di Qanûna MÎTê de guherînan dike di Lijneya Giştî ya TBMMyê de pêk hat.
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay pirsên parlementeran bersivand. Atalay ji bo hevdîtinên pêvajoya çareseriyê wiha got: "Divê mirov bihêle ku wezîfedarên di kamû û dewletê de van hevdîtinan dikin rehet bixebitin. Dozger bangî musteşar dike ku îfadeyê bide û ew musteşar wê wezîfeyê nake. Halbihal yê ku talîmatê dide ez im, hikûmet vê talîmatê dide û berpirsyariye qebûl dike."
Atalay daxuyand ku ew dixwazin di nav huqûqê de li gor dewleteke xurt teşkîlateke îstixbaratê ava bikin û wiha got:
"Em gotinên 'îstixbarata Serokwezîr, dewleta muxaberatê' qebûl nakin. Em hewl didin ku qanûneke di 1984an de derketiye nû bikin."
Atalay got ku hin guherîn çêdibin û biryara guhdarkirina telefonan dê bi hevdengiyê ve çêbibe û wiha axivî: "Hema li gor kêfê agahiyan bixwazim nabe. Dosyayên van, sedemên van henin. Heke ji cihekî agahî bê xwestin, divê ev li gor qanûnê bibe, li gor kêfê nebe."
Atalay ji bo pêvajoya çareseriyê jî wiha got:
"Em tiştekî ji bo xêra Tirkiyeyê dikin. Hikûmeta me rîskê dide li ser milên xwe. Em pirsgirêkên ku kom bûne ji bo ku rîskê hilnedin li cihekî nahêlin. Em bêne rexnekirin jî, ji hêla siyasetê ve rîsk hebe jî em ji bo çareseriyê dixebitin. Em wêrekin. Divê mirov bihêle ku wezîfedarên di kamû û dewletê de van hevdîtinan dikin rehet bixebitin. Dozger bangî musteşar dike ku îfadeyê bide û ew musteşar wê wezîfeyê nake. Halbihal yê ku talîmatê dide ez im, hikûmet vê talîmatê dide û berpirsyariye qebûl dike. Divê mirov derfetê bide ku wezîfedarê kamûyê karê xwe rehet bike. Ev verastkirinên cidî ne û divê ku dewlet van bike."