Hevdîtin li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê, ji çapemeniyê re girtî pêk hat û nêzikî saetekî dewam kir.
Serokwezîr Erdogan û Barzanî diyar kirin ku ew bi biryarin ku hevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê bidomînin û pêşve bibin. Erdogan daxuyand ku wan vê biryarbûna xwe him rêvebiriya navendê ya Bexdayê û him jî Amerîkayê re bi awayekî eşkere diyar kirine.
Li gor agahiyên Serokweziriyê di hevdîtinê de pêwendiyên herdu welatan û pirsgirêkên herêmê hatin axaftin.
Di hevdîtinê de bêaramiya li Iraqê ya rojên dawîn û êrîşên terorê jî hatin axaftin.
Serokwezîr Erdogan di vê mijarê de fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew girîngiyê didin ewlekarî û aramiya welatên cînar.