ANKARA
Serokwezîr Davutoglu: "Ez bangî hemû serokên siyasî dikim, hilbijartin jehr nîne, hilbijartin û îradeya neteweyî derman e derman."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di bernameya salvegera damezirandina 14emîn a AK Partiyê da axivî.
"Hilbijartin û îradeya neteweyî derman e"
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ra ku ji bo xebatên avakirina hikûmetê peyivîn.
Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtin rast, şefaf û jidil pêk hat û wiha got: "Di hevdîtina dawîn da CHPyê jî îfade kir ku li holê îmkana koalîsyonê, hikûmeteke demkurt û ji bo reforman tuneye. Li gor me jî digel cudahiya fikrê, ji bo koalîsyoneke demdirêj şert û merc tunene. Di hevdîtinê da jî ev derket meydanê."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku di çarçoveya nexşerêya ku berê eşkere kiribû da ji Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî randevû xwestiye.
- "Tenê alternatîfek dimîne ku biçin gel"
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Cara ewil e ku ez evqas eşkere dibêjim. Çima? Lewra piştî 7ê hezîranê hemû axaftinên Bahçelî li ber min in û loma xeber didim. Heman tişt ji bo Kiliçsdaroglu jî derbas dibe. Bahçelî di 20ê hezîranê da ji bo hilbijartina zû 15ê sermawezê nîşan da. Min do jî got, divê meriv ji hilbijartinê netirse. Heger li holê çareserî tunebe û cudahiya fikran hebe tenê alternatîfek dimîne ku biçin gel. Dibêjin 'tezekirina hilbijartinê jehr e.' Ez bangî hemû serokên siyasî dikim, hilbijartin jehr nîne, hilbijartin û îradeya neteweyî derman e derman."