DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Meral Daniş Beştaş der barê Pakêta Demokratîkbûnê de diyar kir ku hin verastkirinên erênî hene.
Beştaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ewqas amadehî, dem û pere ji bo pakêtê hatin xerckirin lê daxuyanî ne li gor hêviyan bû. Beştaşê destnîşan kir ku ji bo eşkerekirina pakêtê demeke dirêj e ku reklam û propaganda hat kirin û wiha got: "Ne li gor hêvî û daxwazan e. Hin verastkirinên qanûnî yên ku li vê serdemê û mirovatiyê nayê, di rewacê de ne. Wek mînak Mor Gabrîel an jî tekoşîna li dijî ciyawaziyê... Di vê wateyê de gavên erênî hatin avêtin. Lê jixwe hebûna wan ya di qanûnan de û axaftina li ser van şerm bû. Rakirina van wek gaveke pêşveçûyînê tê nîşandan. Ev ne rast e. Girîngiya pakêtê ya herî mezin ew bû ku dê piştgirî bida aştî, demokratîkbûn û pêvajoya çareseriyê. BDPê hin tiştên bingehîn, acîl dixwestin. Gavên divê bên avêtin hebûn û pêşniyariyên me hebûn. Lê mixabin di van de guherîn çênebûn. Perwerdeya bi zimanê zikmakî, rakirina Qanûna Tekoşîna Li Dijî Terorê. Benda hilbijartinê hêj tê niqaşkirin. Ji bo arîkariya xezîneyê hîn veguherîn hene lê ji bo kîjan hilbijartinê dê bibe hêj ne zelal e. Heke di hilbijartina giştî de ev arîkarî çêbibin jixwe bi kêrî me nayê. Ji bo serbestberdana siyasiyan veguherîn tunene. Serokwezîr di axaftina xwe de bi carekî jî peyva kurd bi kar neanî."