ANKARA
Serokwezîr Erdogan Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku, hin reformên ku di Pakêta Demokratîkbûnê de hatin eşkerekirin hewcediya birêkûpêkkirinên îdarî ye.
Erdogan diyar kir ku ev rêkûpêkkirin bi biryara Lijneya Wezîran, genelge û rêziknameyan dibe ku biguhere û wiha got:
"Em Rê û Rêzikên Cil û Bergan diguherînin û di saziyên kamuyê de qedexeya sergirtinê ji holê radikin. Rêziknameya Cil û Bergên xebatkarên di saziyên kamuyê de dixebitin ji ber hin rêziknameyan ji bo jin û mêran dibûn asteng. Van astengiyan mafên xebatê, azadiya dîn û wijdanê ji holê radikir û dibû sedema cudakariyê. Me di madeya 5emîn ya rêziknameyê de guherîn çêkirin û em cudakariya li ser cil û bergên jinan ji holê radikin. Bi tenê Hêzên Çêkdar ên Tirk, xebatkarên ewlekariyê, hakim û dozger derveyî vê guherînê ne."