13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
ROTTERDAM
Hollandaya ku wezîrên Tirkiyê asteng kirin, destûr da ku Parlementerê AK Partiyê yê berê Abdullatîf Şener, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu û Parlementera Wanê ya HDPyê Tugba Hezer Ozturk li wî welatî kampanyaya "na"yê bimeşînin. Ozturk piştî ku hat tesbîtkirin derketiye derveyî welêt, der heqê wê da biryara girtinê hat dayîn.
Hollandayê destûra danînê ya balafira Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu betal kir û Wazîra Malbat û Polîtîkayên CivakÎ Fatma Betul Sayan Kaya jî dersînor kir. Heman Hollanda, ji bo kampanyayên "na"yê jî destûrê dide.
-Şener li 3 bajaran axivî
Şenerê parlementerê berê di 3,4 û 5ê adarê da li sê bajarên Hollandayê ser "di referadûmê da çima divê reyên na werin dayîn" konferans dan.
Yek ji van jî di 5ê adarê roja yekşemê saet 15.00î da li otêleke Rotterdamê bû. Çalakiya ku wezîr dê beşdar bibûna ya ku hat betalkirin jî li Rotterdamê bû.
Medyaya Hollandayê eleqeyeke mezin nîşanî Şener da. Rojnameya Algemeen Dagbladê ku pir tê firotin, di du rûpelan da behsa çalakiyê kir. Saziya weşana qamûyê NOS TV jî di nûçeyên xwe da cih da kampanyaya Şener.
-Parlementera hollandî ya tirk bi Feyzîoglu ra hevaltî kir
Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu jî di 18ê sibatê roja şemiyê di saet 19.00an da li heman otêlê kampanyaya na meşand. Metîn Feyzîoglu ku parlementera Partiya Karkerên Hollandayê (PVDA) Keklîk Yucelê jî hevaltiya wî kir, ji guhdaran xwest ku dengê "na"yê bidin.
Alîkarê Serokwezîr û serokê PVDAyê Lodewijk Asscher ev çend roj in diyar dike ku ji bo referandûmê rast nîne, welatekî din li Hollandayê kampanyayê bimeşîne, lê belê tu bertek nîşanî Yucela ku beşdarî kampanyaya "na"yê bû neda.
-HDPyiya qaçax jî di çalakiya "na"yê da xeber da
Parlementera Wanê ya HDPyê Tugba Hezer Ozturk ya ji ber ku neçû îfadeyê, der heqê wê da biryara binçavkirinê hat derxistin jî yek ji wan kesan e ku li Hollandayê kampanyaya "na"yê meşand. Ozturk di 4ê adarê da di çarçoveya bernameya "Platforma Na ya Ewropayê" ya ku alîgirên terorê li Ewropayê ava kirin da axivî.
- Gotibû "Em nikarin îznê bidin siyasetmedaran"
Hikûmeta Hollandayê dawiya hefteya borî bernameya Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kayayê asteng kiribû. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ji ser medyaya civakî wiha daxuyanî dabû, "Em nikarin îzin bidin ku siyasetmedarên welatên din bên û li welatê me siyasetê bikin."