Parlementerê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu got: "Yekem car e ku serokekî rîsk hilda û got 'pirsgirêka kurd heye'. Red, înkar û asîmîlasyona 80 salan li qada Diyarbekirê bi dawî bû."
Ensarîoglu beşdarî panela Platforma Saziyên Civakî yên Sivîl ên Dildar ên Yalovayê bû û li wir axivî.
Ensarîoglu got ku berê ji ber tundî û şertan kesî nikaribû dengê xwe derxe û wiha axivî: "Di 30 salên dawîn de elewiyan nikaribû dengê xwe derxistana, lê niha êdî heqê xwe dixwazin. Kurdên ku zimanê wan hatibû qedexekirin, nasnameya wan nedihat naskirin dibêjin êm hene'. Mirovên dîndar û mihefezakar dikarin bibêjin 'ezê li gor baweriya xwe bijîm'. Ji ber vê pevçûnê dest pê kir."
Ensarîoglu got ku di nav 30 salan de 50 hezar mirov mirin, 3 hezar gund hatin şewitandin, 3 milyon mirovî jî koç kir û wiha dewam kir: "Gelek tişt hatin serê wan kesên ku berê hewl dan ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê yekem car e ku serokekî rîsk hilda û got 'pirsgirêka kurd heye'. Red, înkar û asîmîlasyona 80 salan li qada Diyarbekirê bi dawî bû. Pêvajoya çareseriyê niha jî bi awayekî serkeftî dewam dike."
Nivîskar û rojnamevan Ahmet Taşgetîren jî got ku li Tirkiyeyê kurd ne kêmnetew in û wiha axivî: "Tirk kurdan, tune nakin. Ji hev hez kirin. Bûn hevjîn. Zarokên wan çêbûn. Hûnê çawa ewladên wan ji hevdu cuda bikin. Em ji hezar salan vir ve ji hevdu hez dikin. Abdullah Ocalan piştî 40 salan ev yek fêm kir. Di newroza par de got 'em'. Tirk û kurd ji hezar salan vir ve di bin ala Îslamê de dijîn. Xwezî 40 sal berê ev yeka fêm bikira. Mixabin sîstema me jî ev yek dereng fêm kir."