ANKARA
Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê der barê sala nû de daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em ji bo ku sala 2015an bibe saleke ku yekîtiya hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê pêş bikeve, gel bigihêjin daxwazên xwe yên edaletê em di hemû bi hev re têkoşînê bidin."
Demîrtaş û Yuksekdagê daxuyaniyeke nivîskî dan û di daxuyaniyê de diyar kirin ku di sala 2014an de ji bo bidestxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê pêngavên girîng hatin avêtin û salake wisa bû ku ji aliyê têkoşîna aştî û wekheviyê de derfetên girîng ên siyasetê pêş ketin.
Di daxuyaniyê de wiha gotin:
"Digel hemû neyîniyên li Rojhilata Navîn, Iraq û Sûriyeyê, li Rojavayê, li Kobanêyê, li Şengalê, li Mexmûrê li dijî hovitiya DÎŞIyê mînakên têkoşîneke dîrokî hat dayîn. Li Tirkiyeyê di minajara çareserkirina pirsgirêka kurdan de înisiyatîfa tevgera azadiyê pêş ket. Tevgera elewiyan nîşan da ku yek ji piştevanên têkoşîna demokrasiyê ye. Tevgera kedê li dijî qetlîamên karker û kedkaran, li dijî mêtîngeriyê; tevgera jinan têkoşîna xwe ya li dijî serdestiya mêran û şîdetê berdewam kir. Hin bidestketiyên tevgera jinên kurd ên ku li cîhanê xuya bûn, çêbûn. Tevgerên xweza û ekolojiyê gelek serkeftinên cidî yên herêmî û hiquqî bi dest xistin."
Demîrtaş û Yuksekdagê di daxuyaniyê de bal kişandin encamên ku HDPyê û hevkarên wê di hilbijartinên herêmî û yên serokomariyê de bi dest xistin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin: "Ji bo ku bêtir demokrasî û azadî bê bidestxistin, pêşiya gendelî û dereqanûniyên bloka îqtidarê bên girtin, ji bo pêşxistina têkoşîna aştî û çareseriyê û berdewamiya têkoşîneke hêzdar a ligel wekhevî û kedê pêngavên ji bo rêxistinbûna me hatin avêtin."
Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em ji bo ku sala 2015an bibe saleke ku yekîtiya hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê pêş bikeve, gel bigihêjin daxwazên xwe yên edaletê em di hemû bi hev re têkoşînê bidin. Em dixwazin ku sala 2015an bila ji bo hemû gel û baweriyên cuda, kedkar, bindest, teqawîdbûyî, jin û ciwanan bibe saleke serkeftî û saleke hêvîdar a ku kesbên civakî hatin bidestxistin."